Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin

img
MERSÎN – Teqawîtan diyar kirin ku mûçeyên wan têra kirê nakin û gotin ku dixwazin jiyaneke mirovane bidomînin. 
 
Li gorî daneyên Turk-Îş'ê ji bo malbateke 4 kesan sînorê birçîbûnê 24 hezar 35 TL ye û sînorê xizaniyê 78 hezar û 292 TL ye û li Tirkiyeyê gelek teqawît hene hewl didin bi mehane 14 hezar 467 TL kêmtir mûçe ve debara xwe bikin. Teqawit gelek caran rastî zext û zordariyan tên, sendîkayên wan tên girtin û doz li wan tên vekirin. 
 
 
Teqawît Yahya Turhan da zanîn ku ji bo jiyaneke mirovan têdikoşin û wiha got: “Em kesên teqawît hewl didin hikûmet dengê me bibîhîze. Em nikarin debara xwe bikin. Di dema bihurî de me berdêla siberojê da, diviyabû ne bi vî rengî bûya. Tişta ku em ji hikûmetê dixwazin ew e ku mirovane bijîn. Em dixwazin pereyê bêrîkê bidin zarok û neviyên xwe yên diçin dibistanê. Em li ber zarok û neviyên xwe biçûk dibin. Ji ber ku em nikarin daxwazên wan bi cih bînin. Ji bo vê em têkoşînê didomînin. Ji bo berdewamkirina vê têkoşînê divê hemû teqawît di bin banekî de kom bibin. Di vê nuqteyê de gelek rêxistinên teqawîtan bi tena serê xwe tevdigerin. Em çiqas bi rêxistin bin, em ê ewqasî zûtir mafên xwe bi dest bixin. Di vê wateyê de divê hemû sendîka di bin banekî de kom bibin û bi hev re daxwaza mafê xwe bikin.”
 
'TÊKOŞÎNA HEVPAR ESAS E'
 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Hemû Teqawîtan a Mêrsînê Huseyîn Kûrt bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar ya teqawîtan û wiha got: "Mîna li beşên din, teqawît jî ji ber ku nikarin bi rêxistin bikin û li hev bicivin, neçar in bi hejmarên ji aliyê qesrê ve hatine diyarkirin re bijîn. Rêya têkoşîna hevpar ya teqawîtan ew e ku divê sendîka li hev bicivin û konfederal bibin û bi hev re tevbigerin. Dema em vê dikin, dema em daxwazên hevpar ên teqawîtan tînin ziman, wergirtina mafên teqawîtan hîn bêhtir pêkan dibe. Pêwîst e 16 mîlyon teqawît li hev bicivin û têkoşîna yekbûyî bimeşînin."
 
‘DEMA BAC TÊN PARVEKIRIN ME NABÎNIN’
 
Kurt diyar kir ku divê mafên sendîkayî yên teqawîtan bi destûra bingehîn bên ewlekirin û wiha axivî: "Lê mixabin tevî ku di qanûnên li welatê me de gotineke 'teqawît nikarin sendîkayan ava bikin' tinebe jî, dadgeriya di destê hikûmeta heyî de bi awayekî periyodîk me digire. Ev rewşa me ya rêxistinî xera dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên teqawîtan, pêwîste qanûnek li ser statuya sendîkayan bê derxistin û dûre li welêt jiyana demokratîk were bicihkirin. Divê hikûmeta heyî ne li aliyê sermayeyê, li aliyê karker, teqawît û gelan be. Divê budçe li gorî vê bê çêkirin. Mixabin, dema ku bi bacên ku ji me hatine derxistin re budçeyek tê çêkirin, em di xala parvekirina van bacan de xuya nabin. Yekane rêya çareseriya teqez a bi hikûmeteke ku teqawîtan ji bo xwe weke barekî dibîne, bilindkirina têkoşîna hevpar e.”
 
'EM TENÊ DIXWAZIN BIJÎN'
 
 
Sidika Gunduz destnîşan kir ku rewşa jiyanê roj bi roj nebaş dibe û anî ziman ku teqawîta ku wê distîne ji bo heqê kirê jî têrê nake û wiha got: "Mixabin em hatin rewşeke welê ku em nikarin diyariyekê bidin zarok û neviyên xwe yên li malê. Em ji aliyekî ve dibêjin heq, hiqûq û edalet, li aliyê din jî em aştiyê dixwazin. Em dixwazin zarokên me di şertên baştir de bijîn. Em her roj ji bo neviyên xwe, ji bo pêşeroja xwe li kolanan in. Ez dixwazim wekî teqawîteke Ewropî rêwîtîyê bikim û bi awayekî mirovane bijîm. Li welatê me meaşê ku em distînin tenê ji bo xaniyan bes e, bila bi mirovane bijî. Ji ber vê yekê em dixwazin şert û mercên me yên jiyanê baştir bibin. Gelo mafê teqawîtekî Tirk nîne ku heman şert û mercên teqawîtekî Ewropî bijî, mafê teqawîtvanekî Kurd nîne ku bijî? Di rastiyê de daxwazên me ne zêde ne. Em tenê dixwazin bijîn."
 
MA / Abdulkadîr Ayten