Karkerên madenê yên Somayê çalakiya xwe bi dawî kirin
- aborî-ked
- 15:45 06/11/2019
Sendîkaya Maden Îşê ya Serbixwe ragihand ku di roja berxwedanê ya 33’yemîn de ji ber daxwaza karkerên madenê yên Somayê hatiye qebûlkirin berxwedana xwe bi dawî kirin.
Sendîkaya Maden Îşê ya Serbixwe ragihand ku di roja berxwedanê ya 33’yemîn de ji ber daxwaza karkerên madenê yên Somayê hatiye qebûlkirin berxwedana xwe bi dawî kirin.
TGS, têkildarî 45 endamên xwe yên ji Koma Demirorenê hatin derxistin li ofîsa Akademiya TGS'ê ya Şîşliyê civînê li dar xist û diyar kir ku derxistina 45 emdamên wan a ji kar êrîşa li dijî mafê sendikayî û rojnamegeriyê ye.
Li Qersê, Nûsrettîn Aktepe 60 sal in aşvaniyê dike. Aktepe, anî ziman ku kesek tuneye ku piştî wî aş bişoxulîne û got, wê çandeke din jî winda bibe.
Nûnerê Herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gungur, bal kişand ser zêdebûna zemê û wiha got: “Baca ku dewlet kom dike ji sedî 75'ê wê em didin dewletê. Ji ber bacê em nikarin debara xwe bikin."
Banka Cîhanê da xuyakirin ku dê aboriya Tirkiyê di sala 2020’an de ji sedî 0 mezin bibe.
Pisporê budçeyê Azîz Konûkman, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsê hat kirin, diyar kir ku di budçeya 2020'an de cih nedane xercaneyên bacê, dev ji bacên ku dê ji sermayeyê bên girtin berdane û got: "Tu qîmeta budçeyê nemaye."
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora 10 mehên 2019'an a karkerên bûne qurbana cînayetên kar aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎGM'ê li Tirkiyeyê di 10 mehan de 1477 karker bûn qurbana kar.
Karkerên ku ji bo hevalê xwe yê karker Mehmet Aydin ê ji valahiya asansorê ya Balafirgeha Stenbolê ket xwar û jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdabûn û daxwazên xwe anîbûn ziman, bi ser ketin û daxwaza wan pêk hat.
Zeytûnên navçeya Dêrika Mêrdînê bi nav û deng in. Lê îsal xwedî ango cotkarên zeytûnan ji xêrûbera zeytûnan ne memnûn bûn.
Parlemneterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş bigire û got: "Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike."
Welatiyên ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku ew destvala ji bazarê vedigerin malê.
Cotkar bi deyn çandiniyê dikin. Serokê Komeleya Yekîtiya Hilberînerên Serarayan a Akdenîzê Tansel Îzgî, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Em li bendê ne ku dewlet alîkariya me bike."
Li Kûşadasiyê ku piraniya karkerên çandiniyê Kurd in, havînan li ber germê û zivistanê jî di bin baranê de dixebitin. Lê berambariya vê ked û tahba wan tenê 70 lîre ye. Karkeran bal kişand ser zor û zehmtiyan û gotin: "Sîgorteya karkerên ji bajarên din tên tê razandin, lê ya me nayê razandin û em bi yewmiyeyê dixebitin."
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsa hat kirin anî ziman ku, budçeya ji bo parastinê hatiye veqetandin wê ji bêrîka gel derkeve û got: "Em ê bi nan û ava ku dikirin, em ê bi gaza xwezayî û ceryana ku xerc dikin bedêla vî şerî bidin."
Sendikaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, têkildarî 27’emîn roja çalakiya karkerên Soma daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bi berxwedanê tazmînatê bistînin.