Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin 2025-05-07 13:42:33   MÊRDÎN - Welatiyên li dijî projeya GES’ê ya li gundê Zeytunayê derketin, li pêşiya kemçeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û kemçe dan sekinandin.    Şaredariya Rişmîlê ya Mêrdînê ya AKP’î dixwaze li gundê Zeytunayê projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) bixe meriyetê. Şêniyên gund ên li dijî projeyê derketin, makîneyên kar dan sekinandin. Welatiyên ku li pêşiya kemçeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin, destûr nedan xebat bên destpêkirin. Cendirmeyên li herêmê hatin veguhestin nehiştin şêniyên gund derbasî herêma tê xwestin xebat lê were destpêkirin. Li qada ku gelek caran rageşî lê derdikeve şêniyên gund li pêşiya kemçeyan rûniştin û çalakiya xwe didomînin.    Welatiyê bi navê Mehmet Salih Akan da zanîn ku qada çêregehê ji ewil hatiye îstîmlaqkirin û dewrî xizîneyê hatiye kirin û got: “Tevahiya şêniyên gund karê ajalvaniyê dikin. Rêya me digirin û karê me tune dikin. Hem em hem jî ajalên me mexdûr dibin. Dê temamiya qadê bigirin û santralê ava bikin. Em dixwazin ev proje were betalkirin. Cihekî ku em pezê xwe lê biçêrînin nemaye. Nêzî 15-20 hezar pezê me heye. Tevek jî li vir diçêre. Heke ev santral were avakirin, wê demê em ê pezê xwe li ku biçêrînin?”    Zînê Ozengîn jî got ku derdora gundê wan veguherandine sîteya pîşesaziyê û wiha bertek nîşan da: “Gilêşê bajar anîn vê derê, pîşesaziya organîze jî anîn. Ev çi ji me dixwazin?”    Şêniyên gund gelek caran dirûşmên “Em betonê naxwazin” û “Îstîfa bike serok” berz kirin û çalakiya xwe didomînin.    Rageşiya li herêmê didome.