Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder 2025-05-07 13:58:32   ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî çû serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Meclisê hatiye danîn.    Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li eywana Meclisê şîn hate danîn. Wêneyên Onder li eywanê hatin daliqandin û qurnefîl hatin danîn. Her wiha maseyeke ku wêneyê Onder li ser û lênûska bîranînê hate danîn.    Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokwekîlê Meclisê yê CHP’ê Mûrat Emîr û şandeya pê re, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû, Serokê Giştî yê Prtiya Saadetê Mahmût Arikan û gelek parlamenter hatin serdana şînê. Birayê Onder, Alî Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û wekîlên DEM Partiyê ziyaretvan pêşwazî kirin.    ONDER VEGOT   Mûrat Emîr ê CHP’î ji ewil sersaxî xwest û got: “Gelek tiştên ku dikariya li welatê me zêde bike hebûn. Gelek tişt hebûn ku li têkoşîna aştiyê zêde bike. Her wiha di qada hunerê de jî kesekî afirîner bû. Gelek projeyên wî hebûn. Em ê gelek bêriya wî bikin. Zehmet e ku em bikarin valahiya wî li pey xwe hiştî tije bikin. Tu caran ji kesayetiya xwe ya demokrat paşvegav neavêt. Serokwekîltiya Meclisê gelek adilane kir. Di demên herî zehmet de, dema peywirdar nebû jî kes gazî odeya piştê dikir û bi rûkenî û henekên xwe, bi aqilane krîz çareser dikir. Me gelek ji wî hez kir û jê razî ne. Cihê wî beheşt be.”    ‘JI BO AŞTIYÊ GELEK XEBITÎ’   Tulay Hatîmogûllari jî spasiya CHP’iyên hatine serdanê kir û got: “Sirri Sureyya Onder ne tenê siyasetmedarek bû, pisporê gotinê û xwedî gelek taybentmendiyan bû. Ji bo tevahiya welat windahiyeke mezin e. Wî bi xwe nîşan da bê ka dê aştiya civakî ya bi xeyala wê dijiya, çawa pêk bê. Ji bo aştiyê gelek xebitî. Weke Tirkekî her tim piştgirî da gelê Kurd.”    Davutoglû jî di şînê de sersaxî ji malbata Onder û DEM Partiyê re xwest û got: “Onder, kesayetekî jidil bû. Li gorî wî ji bo welat û gelê wî ya herî baş çi be, hewl da wê bike.”    ‘JI BO AŞTIYÊ ÎNÎSIYATÎF LI XWE GIRT’   Kurtulmuş jî got: “Ji bo aştiya wlat, ji bo bêdengkirina çekan înîsiyatîf li xwe girt û xwedî rolekî girîng bû. Tirkiye dê her tim wî weke kesekî aştîxwaz bi bîr bîne. Li gel vê, her wiha xwedî nasnameyeke rewşenbîr, dost û heval bû. Dê her tim weke şexsiyeteke wiha girîng were bibîranîn.”    Kurtulmuş û Bahçelî demek piştre serdana xwe bi dawî kirin û ji wir derketin.