Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2025-05-10 13:03:32   NAVENDA NÛÇEYAN – Kesên ku di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 115'emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn.    104 kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di êrişa DAIŞ'ê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 115'emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Bîranîn li cihê ku komkujî lê hat kirin hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hat hilgirtin.