Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin 2025-05-12 09:49:52 NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê ragihand ku ji kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane.    PKK’ê, danezana Kongreya 12’emîn ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, aşkera kir. Di danezanê de hate gotin ku Kongreya 12’emîn di 5-7’ê Gulanê de hatiye lidarxistin û wiha hate gotin: “Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.”    DIYARÎ KAYTAN Û ALTÛN     Di encama danezanê de hate diyar kirin ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî wiha hate gotin: “Li ser vî bingehî yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê rêhevalê Fûat- Alî Haydar Kaytan weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji rêhevalên destpêkê yên Rêber Apo rêhevalê Riza Altûn jî weke sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ qebûl kiriye. Kongreya Partiyê ya 12’emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê de cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirine dikin.”    Di daxuyaniyê de Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da jî weke “Şehîdê aştî û demokrasiyê” hate pênasekirin.