Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke 2025-05-12 11:28:04 ENQERE – Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî encamnameya Kongreya 12’emîn a PKK’ê axivî û wek pêşketineke erênî binav kir.  Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî encamnameya Kongreya 12’emîn a PKK’ê nivîsand û daxuyaniya PKK’ê wek gaveke erênî binav kir û got, “Ger teror bi temamî bi dawî bibe dê pêşî li serdemeke nû bê vekirin.”   Çelîk ev tişt parve kir: “Her wiha, bi serxistina armanca 'Tirkiyeyeke bê teror' a bi awayekî şênber, di demekê de ku siyaset li gelemperiya cîhanê di nava xitimandina siyasî de fetisiye, demokrasî, jiyana me ya siyasî û yekitiya neteweyî hîn bêhtir xurt bike, wê Tirkiye hemû qenalên xwe yên siyasî bi awayekî çalaktir bixebite. Wê bibe misoger ku kanalên diyaloga sîyasî, bi taybetî jî TBMM û hemû navnîşanên siyasî yên meşrû yên siyasî bi awayekî herî xurt bixebite. Hişmendiya ku komara me ji bo me hemûyan 'bane' ye û têgihiştina ku demokrasiya me ji bo çareseriya her cure pirsgirêkan 'zemîna bingehîn' e wê zêdetir were xurtkirin û ji aliyê siyasî ve kok vede. Hişmendiya dîroka hevpar, qedera hevpar û welatîbûn wê li ser hîmên herî zexm û meşrû hebûna xwe bidomîne. Her pêşketineke erênî dê rê ji bo pêşketineke nû ya erênî veke. Yên serkeftî dê hemû hemwelatiyên me bin. Prensîba me ya bingehîn ev e: Her çiqas navê me cuda be jî, paşnavê me Komara Tirkiyeyê ye.”