Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket 2025-05-12 13:26:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, qala Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kir û got: “Tu destkeftî wisa bi hêsanî nehatin bidestxistin.”  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û li ser vê yekê PKK’ê jî 12’emîn Kongreya Awarte di 5-7’ê Gulanê de li dar xist. PKK’ê, danezana kongreya xwe aşkera kir û got; “Me xebatên xwe bi dawî kir.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan kongreya xwe diyarî ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kirine.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ên têkildarî Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn weşand.    Nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan a têkildarî wefata Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wiha ye:   “Ev kongreya me -ku Rêber Apo bi şênberî dibêje- wê ji aliyê rêxistinî ve bibe kongreya dawî ya PKK'ê. Di kongreyeke me ya bi vî rengî de em şehadeta du hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo, du hevrêyên hêja yên damezrîner ên partiya me radigihînin.   Hemû hevê van hevalan nas dikin. Raya giştî wan nas dike. Gelê me, jin û ciwan wan gelekî baş nas dikin.   ALÎ HAYDAR KAYTAN     Hevalê me Fûat yek ji hevrêyên destpêkê yê Rêber Apo ye. Weke hevalên Hakî û Kemal. Hevrêyek bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû ku hîmên rêxistinî yên partiya me lê hate danîn û heta şehadate xwe karê xwe yê rêxistinî dewam kir.   Dilsoziya bê dawî ya tevlibûna li rastiya Rêber Apo temsîl dike. Bi têkoşîna pratîkî ya demdirêj û şehadeta xwe re ev rastî ispat kir. Bi rengê herî baş nîşanî me hemûyan da ku rastiya Apoyî çawa têk naçe, civakîbûneke çawa ya rast temsîl dike. Di nava van şert û mercên gelekî zehmet û tevlihev de, di demekê de ku hem ji hundir hem jî ji derve êrîş li ser rastiya Rêbertî û xeta têkoşînê hate kirin, her tim bêteredût li gel rastiya Rêbertî sekinî, li ser bingeha xeta Rêbertî helwest nîşan da û têkoşîn meşand.   Bi hemû hêz û hunera xwe giranî da ser rêxistinî, perwerde û têkoşîna me ya partiyê. Keda wî li ser me hemûyan mezin e. Ji aliyê hişmendiya teorîk ve, ji aliyê hesta şoreşgerî welatparêz ve, ji aliyê karên pratîkî, berxwedêrî, wêrekî û fedakarî ve her tim bû xwedî helwsteke perwerdekar û pêşeng. Em hemû şahidê vê yekê ne. Hest û fikrê xwe li her qadê bi rê û rêbazên cuda anî ziman. Ez nabêjim tevkariyeke gelekî mezin li wêjeye partiya me kir, bi Rêber Apo re ev yek da destpêkirin û bi pêş ve bir. Niha li ser bingeha van em dibihîzin, fêhm dikin, dixwînin, dinivîsînin, dibin xwedî moral, helbestan, stranan dibêjin. Ev hemû bi destpêkeke bi vî rengî bû, yek ji hevalên ku zehmetiyên destpêkê kişand hevalê Fûat li gel Rêber Apo bû.   Careke din bi hurmet û hezkirineke kûr bi bîr tînim.   RIZA ALTÛN    Hemû heval, hevalê Riza nas dikin. Di dema koma destpêkê de ji Enqereyê tev li bû, di nava komê de cih girt, di pêşvebirina tevgerê û avakirina xeta çalakiyê de tevkariyeke mezin li xurtbûna têkoşîn û rêxistinê kir.   Çawa ku hevalê Fûat hewl da bibe ruh, hişmendî û hestê têkoşîna rêbertî û di vir de bû xwedî cihekî gelekî girîng... hevalê Riza jî ji aliyê gelek hevalan ve nehate naskirin. Gelek hevalan ew bi rastî nas kir. Nizanim bibêjim ku her kesî hevalê Riza nas kir.   Me qala kesayetiya milîtan a rasteqîn, şoreşgerî û kesayetiya Kemal Pîr kir. Nûnerê duyemîn ê kesayetiya Kemal Pîr bû. Di nava şert û mercên herî zehmet ên xeta çalakiyê ya têkoşîna me de, li cihê ku nepêkane dihate gotin, li hemberî her cûre dijminê paşverû bi wêrekî û fedakarî, bi rêbaza afirîner û jîrbûyînê tevkariyeke mezin di afirandina xeta çalakiyê ya PKK'ê de kir.   Piştre ket girtîgehê. Li girtîgehê xwend, lêkolîn kir. Hişmendiya xwe ya teorîk hîn xurt kir. Hunera xwe ya rêveberiya rêxistinî bi pêş ve bir. Têgihiştina xwe ya siyasî zêde kir. Ji karên rêxistinî polîtîk heta bi karên dîplomasiyê, tevlî gelek wezîfeyên cuda bû. Lê belê di nava partiyê de wezîfeya destpêkê ya fermî ya hevalê Riza di rêxistinkirina Komîteya Navendî de ya piştî Kongreya Yekemîn, endametiya Komîteya Leşkerî ya Navendî bû. Alîkarê hevalê Mehmet Karasûngûr bû ku weke fermandarê komîteya navendî hate wezîfedarkirin. Di amadekirin û birêxistinkirina berxwedana Sêweregê de li gel hevrê Mehmet Karasûngûr li refên herî pêş wezîfe kir, kedeke mezin da û tevkarî kir. Di nava şerekî bi vî rengî de dîl kete destê dijmin.   Divê ev yek bê zanîn, ev taybetmendiyên kesayetiyê weke kesayetiya Kemal bê lêkolîn û fêhmkirin. Li ser vê bingehê careke din şehîd hevrê Riza bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim.   Rêber Apo timî ev yek got. Her kêliya PKK'ê bi zor û zehmetî, bi têkoşînê û afirandinê hate bidestxistin. Ti tişt ji ber xwe ve pêk nehat, bi rêbazeke hêsan nehat afirandin. Bi van zor û zehmetiyan, bi astengiyan têkoşîn ji rêzê nebû. Rêber Apo got, 'Weke meşa li ser pişta kêrê ye'. Di vê meşê de hinek birîndar bûn, hinekan xwîn rijand. Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya meşa Apoyî ya 52 salan bi zehmetiyên mezin, bi fedakariya bi lehengî û wêrekî ya li hemberî astengiyan, bi dayina şehîdan hate bidestxistin.   Ti tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket.”