ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN 2025-05-13 09:00:14   *  “Apoyî”yên ku bi tespîta “Kurdistan mêtingeh e” ya Abdullah Ocalan bi rê ketin, di sala 1978’an de PKK’ê ava kirin. Avabûna PKK’ê bû destpêka serdemeke nû û rê li ber pêşerojeke zêdeyî nîv sedsalê xist.     * Hevserokê KONGRE-GEL Remzî Kartal biryarên kongreyê yên PKK'ê weke "destpêka têkoşîneke nû" nirxand û anî ziman ku têgeha "sosyalîzma civaka demokratîk" a di danezanê de perspektîfa têkoşîna pêvajoya nû ye.     * Welatiyên ku piştî salan çûn Zozana Şivişkiyê, Mendê, Kenger, Tirşok, Rêvas, Siyabo û Bukê ku bi awayekî xwezayî çêdibin, kom dikin.   * Dayikên Aştiyê biryarên kongreya PKK'ê nirxandin û diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe gavan biavêje.   * Helbestvan Kejal Ehmed ku beşdarî konferansa bi navê “Pêkanîna xalên manîfestoya Gîronayê” bû, diyar kir ku divê çar parçeyên Kurdistanê û nivîskarên Kurd ên li dîasporayê bi hev re tevbigerin û got: “Armanceke nivîskar heye, ew jî parastina ziman e.”   * Endamê OHD'ê Serfiraz Azad diyar kir ku pêvajo yekalî dimeşe û got ku divê Wezareta Edaletê ji bo sererastkirinên qanûnî divê înîsiyatîfê bigire û ji bo sererastkirinên qanûnî tev li pêvajoyê bibe.   * Danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlar dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)   * Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Tuzluçayir a Enqereyê bên bibîranîn. (11.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ