Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn 2025-05-13 10:49:47   ENQERE - Civaknas Dogu Ergîl diyar kir ku PKK'ê peyamek daye ku têkoşîna siyasî wê geştir bibe û êdî hincetên dewletê ji holê hatine rakirin.    Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de hat kirin, PKK'ê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. Biryarên Kongreyê di 12’ê Gulanê de hatin aşkerakirin. Kongre hem li ser rojeva Tirkiyeyê û hem jî li ser cîhanê bandoreke girîng kir. Di serdema 2013-15 'an de endamê Konseya Şêwirmendiyê ya ji Anatoliya Navîn û civaknas Prof. Dr. Doğu Ergîl bal kişand ser girîngiya kongreyê.   RAWESTANDINA PEVÇÛNÊN NÎV SEDSALÎ   Ergîl diyar kir ku kongre ji ber sedemên ewlekariyê bi awayekî girtî pêk hatiye û destnîşan kir ku fikarên li ser ewlekariyê ne tenê bandorê li dema kongreyê, cihê wê jî dike û wiha got: 'Vê rewşê rê li ber vekir ku kongre li gelek cihan bê lidarxistin. Bi gotineke din, nîşan dide ku rewşa şer, qet nebe bi pratîkî, heta kêliya dawî jî dewam dikir. Niha tenê ji ber ku agirbest hatiye îlankirin, tê texmînkirin ku ev hevdîtin tê kirin û encamên wê di vê kêliyê de tên aşkerakirin. Ev texmînek e. Her kes li ser deklarasyona encamê disekine. Ji ber ku hê gelek tiştên nediyar hene. Lêkolîn nîşan didin ku çareseriya vê pirsgirêkê demeke dirêj e ne bi windahiyên hevpar û êşên li ser travmayên berê, her tim bi nêrîneke yek alî ya êşê hatiye pêşxistin; feraseta ku 'aliyekê neheqî lê hatiye kirin, êrîş hatiye kirin'. Dema li paş xwe dinêrin, li ser pevçûnên ev nîv sedsal e dewam dikin lihevkirinek heye.”   'PÊWÎSTE CIVAK BÊ AMADEKIRIN'    Ergîl da zanîn ku pêvajo wê ji aliyê hestewarî ve hêsan nebe û wiha got: "Eger li welatê xwe dijminekî navxweyî çêbikî û weke welatparêziyê li dijî wî dijminî şer bikin, li vê derê mirin hebe mafdarkirina aliyê din weke dozeke mafdar a li ser bingeha pêşîgirtina li parçebûn û beralîkirina dijminên biyanî, xwegihandina lihevkirinê wê gelekî zehmet be. Piştî vê yekê jî weke 'projeya biratiyê' tê binavkirin. Ji nişka ve ne hêsan e ku 'dijminê te' bibe birayê xwe. Heta niha ew kujerê te bû, dijminê te bû, fîgurê te yê dabeşker bû. Lewma ev yek wê ji aliyê hestewarî ve ne hêsan be. Pêwîste civak bê amadekirin."   GIRÎNGIYA SIYASETÊ   Ergîl anî ziman ku di peyama PKK’ê de derketiye holê ne tunebûn bêhtir têkoşîna siyasî balê dikişîne û wiha got: “PKK dibêje em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Dibêje ev têkoşîna siyasî dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, wekhevî û civaka demokratîk bê meşandin û tê gotin ku çi dikeve ser milê wan dê bicih bînin. Her wiha, di peyamê de çend xalên din jî hene; fikarên ekolojîk ên di siyaseta Tirkiyeyê de ne girîng in, azadiya jinê, tevlîbûna civaka rêxistinbûyî li siyasetê, rola ciwanan e. Li ser van mijar û qadan çend giraniyên cidî hene. Hemû jî sernavên pir xweş in. Piştî vê yekê, navê wê çi be bila bibe, gelo PKK wê di bin navekî din de hebûna siyasî bi dest bixe, ya jî hebûna xwe mayînde bike yan jî bi yekîtiya di bin banekî din de bi DEM Partiyê re bidomîne, ev hemû pêkan in. Lê wê giraniyeke mezin ji siyasetê re bê dayîn û tevgera siyasî ya Kurd wê gelekî çalak bibe û dînamîzmê bi dest bixe. Ev yek jî wê tevgereke ji siyaseta hinekî asê mayî ya Tirkiyeyê re bîne û tevkariyê li vegera Tirkiyeyê ya li dewleta hiqûqê, bûyîna dewleta hiqûqê û demokrasiyeke bi rastî jî di warê gerdûnî de bibe demokrasî.”   HINCET JI HOLÊ RABÛN   Ergîl diyar kir ku hincetên ji bo ‘terorîzmê’ ji holê rabûnê û wiha got: “Li holê rêxistineke ku weke rêxistina terorê tê binavkirin û çalakiyên wê lê nîne, mirovên hatine sûcdarkirin, nabe bên ragirtin. Wê efûyek çêbibe, lê em nizanin ka wê di kîjan astê de ye yan jî wê kê binixumîne. Yên ku zerar dane civak û şexsan, her tim hatine efûkirin. Lê belê yên ku ji aliyê desthilatdariyê ve weke cînayetên siyasî tên pênasekirin tevlî sûc bûne, ti carî nehatine efûkirin. Niha jî bahaneya ku hikûmet û dewletê pişta xwe dispêre 'terorîzmê' ji holê radibe. Ji ber vê yekê divê hemû sûcên têkildarî terorê jî bi dawî bibin. Ji ber tifaqa hilbijartinê ya 'konsensûsa bajarî' gel hatin destgîrkirin. Niha, hêza ku ev kir çû bi aliyê din re muzakere bike, tê wateya mûxatabên din. Baş e wê çi bibe? Dema bahaneya van mirovên hatine binçavkirin ji holê rabe, wê rewşa mayîna li girtîgehê jî êdî biqede. Ji niha û pê ve wê pênaseya welatîbûnê êdî bi etnîkî û olî ve bê girtin. Wê pênaseyeke nû hebe ku her kesên di nava van sînoran de heyî bi rengekî wekhev bên naskirin. Di vê mijarê de têgihiştineke pir pêşketî heye; lê belê yên li ber xwe didin jî hene. Hevkêşeyeka piralî ye. Qonaxa hêsan derbas bûye. Qet ne hêsan bû, lê ji niha û pê ve bi gelek têketinên nû yên demokratîk ên ku em bi kar nînin wê Tirkiye were guhertin. Ji bo ku Tirkiye ji vê yekê re bibe alikar dê hinek dem bigire.   MA / Melîk Varol - Omer Gungor