Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje 2025-05-13 16:16:38   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, pirsên rojnamegeran bersivand û got ku ji bo baweriya civakê bi pêvajoya heyî were, dikare hinek gav bên avêtin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclisê bersiva pirsên rojnamegeran da.    Bakirhan, bersiva pirsa têkildarî gavên dê di dema pêşde bên avêtin bersivand û got: “Em tevek bi bendewariyên civakê dizanin. Herî zêde jî mijara girtiyên nexweş û bi sed hezaran girtiyên di zindanan de em ji gel dibihîsin. Bêyî gavên yasayî bên avêtin jî dikare hinek tişt bên kirin. Mercên birêz Ocalan in; ji bo gumanên civakê yên li dijî pêvajoyê bi temamî ji holê rabin, dikare çendek gav bên avêtin.”    ‘DERIYEKE NÛ HATE VEKIRIN’   Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî berdana çekan jî wiha got: “Em ne rêveberên Qendîlê ne. Em DEM Partiyî ne, partiyeke siyasî ne. Ev meseleye, meseleyên teknîkî yên di navbera dewlet û rêxistinê de ne. Dê kî û li ku çekê deyne em nizanin. Nizanim ka hûn me çawa pênase dikin lê kongre û biryarên PKK’ê gelek biqîmet in û dikarin deriyê serdemeke nû vekin. Li gorî me divê Tirkiye vê mijarê nîqaş bike. Divê mirov xwe di nava meseleyên teknîkî de nefetisîne. Em niha li ser pêvajoyeke nû nîqaşan dikiin. Ji bo serkeftina wê, berpirsyartî dikeve ser milê me tevan.”    Rojnameger Hîlal Koylu bal kişand ser meseleya “Peymana Lozanê” ku di biryarên PKK’ê de cih digirt û got ku vê mijarê gelên Tirkiyeyê aciz kiriye. Bakirhan, wiha bersiva pirsê da: “Heke ev pêvajo pêş bikeve, hûn dikarin vê pirsê ji muxatabên wan bi xwe bipirsin. Hûn ê baş bikin, wê demê em jî dê bibihîzin.”