Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were 2025-05-15 09:02:08 AMED - Îffet Zugurlî ku şahidiya kongreya damezirandina PKK’ê kiribû, diyar kir ku bi kongreya ewil re gelê Kurd şiyar bû û bi kongreya dawî re dê bi xwe re aştiyê bîne û got: “Ez dixwazim Serok Apo dîsa li vir, li mala me, li Deşta Fîsê bibe mêvanê me.”  PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Lice ya Amedê kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist. Kongre, bi serokatiya Abdullah Ocalan û bi beşdariya 22 kesan hate lidarxistin. Bername, rêzikname û manîfestoya PKK’ê ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin, hate qebûlkirin. Kongre, li mala malbata Zugurlî hate lidarxistin. Ji endamên malbata Zugurliyê Îffet Zugurlî ku dema kongreya damezirandinê hatî lidarxistin 19 salî bû, diyar kir ku Abdullah Ocalan bi kongreya ewil re gelê Kurd şiyar kir. Îffet Zugurlî niha 72 salî ye û got: “Ez gelek keyfxweş im ku me malovaniya kongreya ewil kir. Ez bi vê serbilind im. Ji ber vê yekê xwe gelek bişens dibînim. Tevahiya Kurdan ji ber ku xwedî rêberekî wiha ne gelek bişens in. Lê ez xwe bêhtir bişens dibînim. Ji ber ku ev tevger li mala me hate avakirin û min Serok û hevalên wî yên kongreyê dît. Lewma ez gelek bişenstir im. Belkî gelek kesan dixwestin li şûna min bûna. Lê ev şeref bû nesîbê me. Ev ji bo me serbilindî ye.”    'ME SILAVA WÎ GIRT’   Di berdewamê de Îffet Zugurlî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 31’ê Adarê de bi rêya Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ji wan re silav şandiye û ev tişt anî ziman: “Silava wî li ser serê me û her du çavên me be. Li hemberî silaveke Serokatiyê em hezar caran wî silav dikin. Bi rêya we em jî hezar silavan ji wî re dişînin.”    'KONGREYA EWIL GELÊ KURD ŞIYAR KIR’    Îffet Zugurlî, da zanîn ku bi kongreya ewil a PKK’ê re gelê Kurd şiyar bûye û wiha pê de çû: “Gelê Kurd dîroka xwe nas kir. Bi kongreya ewil re Serok Apo gelê Kurd şiyar kir. Dê Kurd tune bûbûna. Lê Serok bi kongreya ewil re rê li ber vê girt. Gelê Kurd hejand û anî ser hemdê xwe. Niha bi milyonan kes li ser pêya ne. Çawa ku Serok bi kongreya ewil re gelê Kurd anîbe ser hemdê xwe, bi kongreya dawî re jî dê ji me re aştiyê bîne. Em heta dawiyê ji vê bawerin. Divê em Kurd tevek li dora Serok Apo bicivin. Ew dê dîsa ji bo me tişta herî baş bike. Dê aştiyê ji hemû dayikan re bîne.”    ‘DIVÊ EV MAL BIBE MUZE’   Îffet Zugurlî, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi sala ye li zindanê ji bo gelê Kurd li ber xwe dide. Îffet Zugurlî, ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman: “Heke ne ji bo aştî û gelan bûya, dê ev bang nekira. Em ji wî bawerin. Em bi wî hene û dê bi wî hebin. Dixwazim vê bibêjim; beriya bimirim tekane daxwaza min ew e ku cenazeyê kurê xwe Hamdullah Zugurlî ku tê gotin di nav 267 kesên li Goristana Xerzanê hatine veşartin de ye bibînim û cara dawî Serok Apo bibînim. Dixwazim Serokj Apo careke din li vir, li mala me li Deşta Fîsê bibe mêvanê me. Dixwazim avahiya ku PKK lê hatiye avakirin bibe muze. Bila ev ruh bi salan bijî û her kes vê derê bizane. Ji bo vê jî bila ev mal bibe muze. Di demekî nêz de ez ê ji Serok Apo re nameyê binivîsim. Ez ê silava wî bêbesiv nehêlim.”    MA / Mujdat Can