Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome 2025-05-15 13:36:17   ÎZMÎR - Rêxistina ESP'ê ya Îzmîrê û SGDF’yê li dijî "Girtîgehên bi tîpa bîrê" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî di roja 3'yemîn de berdewam kir.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê û Federesyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li avahiya ESP’ê ya Îzmîrê bi daxwaza “bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin” ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Civaka Azad (TOP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û KOZ jî beşdarî daxuyaniyê bûn.   ŞÊWEYÊ AVAHIYÊN GIRTÎGEHÊN BI TÎPA S Û Y'YÊ    Rêveberê ESP'a Îzmîrê Hidir Alî Kiliç, ragihand ku bi sirgunan re tecrîda li girtîgehên tîpa S û Y’ê tê girankirin. Kiliç, ev girtîgeh weke “îşkencexane" pênase kir û got: "Ev girtîgeh sê qat in û du qatên jêr tavê nabînin û qata jorê jî tenê çend deqîqeyan ronahiyê dibîne. Pacên wan bi têlê hatine girtin. Bi vî rengî hewa û ronî tê astenkirin di van girtîhan de girtî bi zanebûn ji jiyana xwezayî bêpar tên hiştin. Girtî bi 7/24 bi kamerayê tên şopandin û nivîn û hemama wan tê raçavkirin. Ji bo deng û ragihandin di navbera girtiyan de çênebe girtiyan naxin hucreyên berhev. Deriyên hucreyan ji dûrve bi komandoyan tên girtin û vekirin, peywendiya bi gardiyanan re tenê bi diyafonan mumkin e. Dixwazin girtiyên şoreşger tenê bihêlin, bê kesayet bikin û bîra civakî biqedînin. Di girtîgehên tîpa F'yê de serneketin û niha dê di girtîgehên tîpa biran de jî bisernekevin."   ‘BANGA TÊKOŞÎNE HEVPAR’   Kiliç, got: “Zindan ne cihê teslîmgirtinê ne, cihê têkoşînê ne. Em jî îro dibin dengê hevrêyên xwe û di avahiya xwe ya bajêr de ji bo 30 rojan dikevin çalakiya birçîbûnê. Rojên 15, 16 û 17’ê Gulanê de sere sibê saet 11 heta êvarê saet 17’an em ê li avahiya xwe ya bajêr bin. Em ji bo rawestina li hember girtîgehên ku jê ra tê gotin tîpa bîrê bangî raya şoreşger û demokratîk dikin.”   Nûnerên partiyên din jî desnîşan kirin ku divê Girtîgehên Tîpa S û Y'yê werin girtin.