Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin 2025-05-15 21:23:07 NAVENDA NÛÇEYA - Di pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li ziman û naskirina statuya Kurdî hate kirin.  15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran bi çalakî, daxuyanî û xwepêşandanên cur bi cur hate pîrozkirin.    EDENE     Li Edenê DBP, TJA, HDK, DEM Parti, AKKAY-DER, AATUHAY-DER û Dayikên Aştiyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Înonu daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya ve hat xwendin.   Helîn Kayayê bal kişand ser girîngî û dîroka zimanê Kurdî û got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.   ÎDIR    Li Îdirê jî rêxistinên DEM Partî û DBPê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji navenda bajar heta Abîdeya Musa Anter meş pêk anîn.   Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBPa Îdirê Mûrat Yerlîkaya daxuyanî xwend û balkişand ser dîroka cejna zimanê Kurdî. Mûrat Yerlîkaya got xwedîderketina li ziman û çandê û pêşxistina wê peywira mirovahiyê ye.   Daxuyanî bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.    RIHA     Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Rihayê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş û daxuyanî pêk anîn. Girse li navçeya Halîliye li ber Novada Parqê kom bûn û heta Qada Topçuyê meşiyan. Dayikên Aştiyê, TJA, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevli bûn.   Ciwanan bê navber dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin û bi stranên Kurdî meşiyan. Li qadê daxuyanî hat dayîn. Metna li ser navê platforma ked û demokrasiyê ya Rihayê hat amadekirin endamê OHD’ê Sedat Gun xwend. Sedat Gun, got: “Em cejna zimanê Kurdî pîroz dikin û ji bo hemû zimanan têkoşîna xwe didomînin. Bila her kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne.”   Osman Îzgor jî metna ku li ser navê Însiyatîfa Ziman a Kurd hatiye amadekirin xwend û got divê her kes xwedî li ziman derkeve û ji bo Kurdî statu bê nasîn.    SÊWEREG   Li Sêwereg a Rihayê jî rêxistinên DEM Partî û DBP’ê bi wesîleya rojê li Qada Kanlikuyu daxuyaniyek dan. Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê hevseroka DBP’a navçeyê Mujde Kuçukkiliç ve hat xwendin.    DÎLOK   ÎHD’a Dîlokê jî civînek çapemeniyê li avahiya komeleyê li darxist. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî hevserokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Oguz xwend ya Tirkî jî rêvebera şaxê Atiye Okay xwend.   MELETΠ   Li Meletiyê jî rêxistina DEM Partiyê li qada konteynirê ya wek qada partiyê tê bikaranîn daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê Mahmut Uzun ve hat xwendin.   AMED   Li Amedê jî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyanyê de balkişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û banga xwedî derketina li ziman hat kirin.    Di heman demê de li bajarên Mêrsîn, Enqere û Stenbolê jî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Welatiyan li stranên Kurdî guhdarîkirin, helbest xwendin, govend gerandin. Beşdaran xwestin her kes xwedî li zimanê Kurdî derkeve û daxwaza naskirina statuya Kurdî kirin.