Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin 2025-05-18 09:28:55 RIHA – Li navçeya Xelfetiyê 5 sal in lêkolîna dîmenên îşkenceyên yên li bin çavan temam nebû.  Li gundê Derto ya navçeya Xelfetiya Rihayê di 18’ê Gulana 2019’an de 55 kes hatin binçavkirin, li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û li Şaxa TEM’ê rastî îşkenceyê hatin. Kesên ku hatin binçavkirin li hewşa qereqolê li erdê hatin dirêjkirin û bi postalan hatin pêpeskirin. Ji 55 kesan der barê 24 kesan de lêpirsîn hat vekirin û piştre 13 kes hatin girtin. Welatiyan diyar kirin ku di bin çavan de rastî îşkenceya bi ceyranê hatine. Di danîşînên dîrokên cûda de 13 kes hatin berdan û welatiyên bi navê Celal Yildirim, Cindî Zencîrkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin di 26’ê Îlona 2024’an de careke din hatin girtin.    Dema îşkence pêk hat di rojeva Tirkiye û navneteweyî de cih girt. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi lezgînî kampanya da destpêkirin. Îşkence ket rojeva parlamentoya Îngilîstanê jî. Ji ber bertekan û hewldanên Baroya Rihayê der barê hinek polîsên girêdayî TEM’ê lêpirsîn hat destpêkirin û ji aliyê personelên cendirmeyan ve rapor hat amadekirin. Dîmenên 12 rojan ji bo bê lêkolînkirin teslîmî Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê hat kirin. Cendirmeyan îdia kir ku dîmen lêkolîn kirine lê îşkence nehatiye kirin. Li ser îtîraza parêzeran di Gulana 2020’an de ji bo lêkolînê dîmen şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li gel ku 5 sal derbas bûn jî hêj lêkolîna dîmenan neqediyaye.    Endama ÎHD'ê ya Şaxa Rihayê Meral Halat ku di nava heyeta li ser navê baroyê hat avakirin de cih girt, bûyerên di nava 6 salan de qewimîn vegot.   PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN   Meral Halat da zanîn ku di nav 55 kesên hatine binçavkirin de jin û zarok jî hebûn û wiha got: “Bi îşkenceyan re rûbirû man. Wêneyek di nav raya giştî de hat parvekirin û di wêneyî de tê dîtin ku kesên hatine binçavkirin li hewşa qereqolê li erdê hatine dirêjkirin û bi postalan wan pêpes dikin. Piştre em hîn bûn ku îşkence hatiye kirin. Ji ber hewldanên me û bertekên raya giştî lêpirsîna îşkenceyê hatiye destpêkirin. Lê belê di lêpirsîna ku ev 6 sal in dewam dike de pêşketinek nîne. Lêpirsîn ev 6 sal in bêencam maye. Ji 55 kesan 13 kes dema girtî bûn destpêkê hatin darizandin û 4 kes jî bi sûcdariya 'endamtiya rêxistinê' hatin cezakirin. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Sûlh Ceza ve hatin erê kirin. Her çend du bûyerên cuda hebin jî, ev doz bi hev ve girêdayî ne. Yên ku bi sûcdariya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin, ew kes in ku îşkenceyeke giran li wan hate kirin.”   ‘TU GAV NEHAT AVÊTIN’   Meral Halat anî ziman ku dîmenên îşkenceyê bi hewldana Baroya Rihayê hatiye berhevkirin û wiha got:  “Bi giştî 6 terebayt dîmênên îşkenceyê hene. Lazim e ev dîmen ji aliyê kesên serbixwe ve divê bên lêkolînkirin. Lê belê rapora yekemîn a pispor a di vê dosyayê de ji aliyê personelên cendirmeyan ve hat amadekirin ku ev îşkence kirine. Di vê raporê de hat gotin ku 'di muayeneya hatiye kirin de ti nîşaneyên îşkenceyê nehatine dîtin’. Me şahidî kir ku îşkence hatiye veşartin. Rapora ku ji aliyê kesên tevlî vê bûyerê bûne ve hat amadekirin, li ber çavan hat girtin. Me li hemberî vê yekê îtiraz kir û me daxwaz kir ku muayeneya pisporan ji aliyê kesên serbixwe ve bê kirin. Di Gulana 2020 'an de dîmen ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin, lê ev dîmen di nava 5 salên dawî de nehatin lêkolînkirin. Der barê vê mijarê de ji aliyê dozgeriyê ve tu gaveke şênber nehat avêtin. Dosya bêencam hatiye hiştin.”   'DIVÊ SÛCDAR BÊN TESPÎTKIRIN Û CEZAKIRIN'    Meral Halat bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û wiha got: "Ji bo sûcên îşkenceyê ti qanûnê de demborî nîne. Lê belê lêpirsîneke bi qasî 6 sal in dewam dike heye û hînê tu gav nehatiye avêtin. Ev refleksa polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Dema ku êşkence tê kirin hem peywirdarê hiqûqê yê ku ev kiriye û hem jî amirê ku ferman daye sûcdar in. Her wiha divê der barê kesên ku çavê xwe ji îşkenceyê re digire de lêpirsîn bê vekirin. Tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne jî em dizanin ku hin wezîfedarên hiqûqê hînê îfadeya xwe nedane. Her wiha divê îfadeyên xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê wezîfedar in bên girtin, lê îfadeyên wan neqediya ne. Dişibe êşkenceyeke giştî û ev rewşeke cidî ye. Eger yên îşkenceyê dikin neyên cezakirin, ev yek rê li ber asayîkirina îşkenceya li van xakan vedike. Fikra 'Heke ez îşkenceyê bikim ez ê rastî tu encaman neyêm' tiştek xirab e. Nîşan dide ku ewlehiya canê tu kesî nîne. Pêwîste ev dosya ji aliyê raya giştî ve bi xurtî were destekkirin, bi taybetî ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ên li qada mafên mirovan dixebitin ve bê destekkirin. Naskirina sûcdaran di zûtirîn demê de, derxistina dadmendiyê û sepandina cezayên pêwîst daxwazên me yên herî mezin in.”   MA / Emrullah Acar