Birayê Denîz Poyraz hate berdan 2025-05-18 14:51:03 ÎZMÎR - Birayê Denîz Poyrazê Suleyman Poyraz ku 14 sal bûn di girtîgehê de bû, îro hate berdan.  Di êrişa 17’ê Hezîrana 2021’ê ya li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Birayê Denîz Poyrazê, Suleyman Poyraz piştî 14 salên girtîgehê îro hate berdan. Suleyman Poyraz, di Gulana sala 2011’an de hatibû binçavkirin û 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê hefsê lê birîbû.    Poyraz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dihat ragirtin, tehliye bû. Poyraz, ji hêla rêveberên EGE-TUHAYDER û DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin.    Poyraz û kesên pê re, çûn serdana gora Denîz Poyrazê ya li Kaynaklar a Bucayê. Poyraz li vir axivî û got ku ji ber hevalên xwe yên girtî xemgîn e. Poyraz, got: “Hêvîdarim di serî de Rêbertî (Abdullah Ocalan), hemû hevalên girtî bên berdan.”