Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome 2025-05-19 15:21:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Mexmûrê li dijî ambargoya hikûmet Iraqê daye destpêkirin, di roja 5’an de didome.  Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, her wiha girtina şandeya ser navê gel çûbûn hevdîtinê, 5 roj in ber derê noqteya kontrola ya hêzên Iraqê di çalakiyê dene.    Rayedarên Iraqê ragihandibûn ku wê di 15’ê mehê de endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bicih ne anîn. Di vê çarçoveyê de ji ber ku endamên şandeyê nehatin berdan, ambargo û rêgirî dewam dike, li ber noqteya artêşa Iraqê kon hatiye vegirtin. Çalakiya xelkê Mexmûrê îro jî di roja xwe ya 5’an de berdewam kir.    Ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker ji bo karê xwe biçin Bexdayê. Herwiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê.