Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin 2025-05-22 09:03:47   ŞIRNEX - Emîne Çagirga ku di şerê li bakurê Kurdistanê de 2 zarokên wê hatine qetilkirin, got: “Hêviya me ji pêvajoyê heye lê belê bi ser bangê re du meh derbas bûn. PKK’ê çek danîn lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Herî zêde jî malbatên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de zarokên xwe winda kirin piştgirî dan vê bangê. Yek ji van malbatan jî malbata Cemîle Çagirga ya 10 salî ye ku di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 4-12’ê Îlona 2015’an a li Cizîr a Şirnexê de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hatibû sekinandin.    Malbata Çagirgayê, di sala 1992’yan di encama êrişa li dijî malê de zaroka xwe Fatma Çagirga ya 10 salî jî winda kiribû. Dayika Cemîle û Fatma Çagirgayê, Emîne Çagirga têkildarî pêvajoya nû ji ajansa me re axivî.    'DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’   Emîne Çagirgayê diyar kir ku ew ji pêvajoya bi daxwaza çareseriyê hatiye destpêkirin keyfxweş in û got: “Demekî dirêj me tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nedigirtin, hevdîtin nedihatin kirin. Piştî geşedanan, hevdîtin hatin kirin. Vê yekê em keyfxweş kir û me jî ev pêvajo qebûl kir. Lê divê dewlet jî gavan biavêje. Ji bo serxistina pêvajoyê tiştekî nake. Em naxwazin dilê tu kesekê din bişewite. Dewletê ji malbata min û xizmên min 8 kes qetil kir lê tevî wê jî dibêjim ‘aştî.’ Dilê her dayikekê wekî hev e. Dema gotina ‘dayikê’ hate kirin av disekine. Lewma divê serokkomar êdî gavan biavêje. Bila aştî û azadî hebe. Bila nasname û zimanê me serbest be. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Êdî ne wekî dijminan, divê wekî xwişk-birayan nêz bibin. Zêdetirî 50 sal in dayik rondikan dibarînin. Polîs jî gerîla jî zarokên me ne. Ev welat, ev ax ya me tevan e. Heke tevî êşên xwe em qebûl bikin, divê ew jî qebûl bikin.”    ‘HEWCEYE MERCÊN ABDULLAH OCALAN BÊN BAŞKIRIN’    Bi domdarî Emîne Çagirgayê destnîşan kir ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên başkirin û ev tişt anî ziman: “Ev meseleye dikeve ser milê serokkomar. Devlet Bahçelî got; ‘Bila Abdullah Ocalan bê meclisê û biaxive.’ Lê hêj jî mercên wî yên fîzîkî di çi halî de ne em nizanin. Li giravekê hatiye dîlgirtin. Divê were Meclisê û em tevek wî bibînin. Wê demê em ê bawer bikin ku jidil in. Hêviya me ji pêvajoyê heye lê bi ser bangê re 2 meh derbas bûn û tu gavên şênber nehatine avêtin. PKK’ê çek danîn lê dewletê hêj çi gavên berbiçav neavêtiye.”    'EM AŞTIYA XWE BIKIN’   Emîne Çagirga, bi lêv kir ku ji destpêkê heta niha têkoşîna gelê Kurd li gel aştiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Du zarokên min ên keç di demên cuda de ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Di nav lepên min de canê xwe dan. Lê dîsa jî dibêjim aştî. Ji roja Cemîle hatiye qetilkirin heta niha dewlet yek rojê jî li me negeriya, ji me lêborîn nexwest û faîlan hesab nedan. Lê tevî vê jî dibêjim ‘aştî.’ Gelê Kurd tişta diket ser milê xwer kir. Lê her tim dewletê gav neavêt. Bila gaveke birûmet biavêje. Bila aştiya xwe pêk bîne. Ma dê çima welatekî din, miletekê din bê aştiya me bike? Em bi xwe dikarin bikin. Bila dewlet rûnê ser maseyê. Bila birêz Ocalan bînin Meclisê û hemû dinya bibîne ku serokkomarê Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Kîjan rê bi xêr be divê di wê rêyê de bimeşin. Muxatabê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Lewma divê mercên wî bên afirandin, were Meclisê û ew bi xwe vê pêvajoyê birêve bibe.”    MA / Zeynep Durgut