Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin 2025-05-23 10:18:38   AMED - Der heqê xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û xebatkarê weşanxaneyê Delîl Zengeralp de ji ber pirtûkên hatine desteserkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.    Der heqê xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û xebatkarê wê Delîl Zengeralp de bi hinceta pirtûkên hatine destesekirin doz hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” îdianame amade kir û 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî qebûl kir.    Di îdianameyê de pirtûkên weşanxaneyê yên di fuara pirtûkan a Amedê de ku di navbera 30’ê Mijdarê-8’ê Kanûna 2024’an de hat lidarxistin hatibûn desteserkirin, weke “sûc” hatin nîşandan. Hate îdiakirin ku di pirtûka Hatîp Dîcle ya “Rojnivîska Berxwedana Efrînê” de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin.    Nivîsa “Weke encam, li Efrînê şer û sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Ji 27’ê Gulana 2018’an ve di bombebaranan de 56 jê jin û 46 jê zarok bi giştî 259 sivîl hatin qetilkirin û 104 jê jin û 155 jê zarok bi giştî 707 sivîl jî birîndar bûn. Bi sedhezaran Efrînî bi darê zorê ji warên xwe hatin derxistin.” a di rûpela 361’emîn a pirtûkê de cih digire weke “propagandaya rêxistinê” hate nirxandin.    PıŞTÎ 37 ROJAN BIRYARA DESTESERKIRINÊ HAT DAYIN    Di îdianameyê de hate gotin ku ji ber naveroka hatiye destnîşankirin, 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê di 10’ê Çileya 2025’an de biryara komkirina hemû çapên pirtûkê û biryara qedexeyê daye.    Her wiha hate gotin ku di 30’ê Mijdara 2024’an de pirtûka Mahmût Aba ya “Dildarê Serkeftinê” jî hatiye desteserkirin.    Bi hinceta pirtûkên behsa xeberê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li Boltan û Zengeralp hate vekirin. Danişîna dozê dê di 9’ê Cotmehê de bê lidarxistin.