Mexdûrên KHK'ê 133 hefte ne çalakî li dar dixin 2025-05-24 14:45:42   AMED -  Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Guneş Ozel di çalakiya şermezarkirina KHK'ê de axivî û got ku heta kesên ku ji kar hatine derxistin venegerin karên xwe dê dev ji têkoşînê bernedin.   Platformên Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) a Amedê bi daxwaza ku kesên bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) ji kar hatine derxistin dîsa vegerin karên xwe çalakiya xwe ya 133'emîn li dar xist. Li ber AZC Plaza ya li Taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê ye daxuyaniyek hat dayîn û pankarta bi nivîsa "KHK wê biçin, em ê bimînin" hat vekirin.   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxê Amedê Guneş Ozel diyar kir ku biryarên 'kêfî' yên Komîsyona Rewşa Awarte bi tevlîbûna dadgeriyê dewam dikin. Guneş Ozel got, "Zexta desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser dadgeriyê dibe sedem ku bêhiqûqiya KHK'ê bidome. Hemû hevalên me yên heta niha ji kar hatine derxistin, divê bi hemû mafên xwe tavilê li wezîfeyên xwe vegerin."   Guneş Ozel bal kişand ser vî tiştî ku heta hemû kedkarên gelemperiyê yên ji kar hatine derxistin ji nû ve bên rakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî bi dirûşmeya 'Bijî berxwedana kedkaran' bi dawî bû.