Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn 2025-06-17 13:50:39 ÎZMÎR - Denîz Poyraz di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de soza mezinkirina têkoşînê hat dayin.    Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'an di êrîşa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de ji hêla kujer Onur Gencer ve hate qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kaynaklar a Buca ya Îzmîrê hate bibîranîn. Malbat, hevalên Denîz Poyrazê, Dayikên Aştiyê, TJA, endam û rêveberên partiyên siyasî, wekîlên DEM Partiyê Adalet Kaya û Burcugul Çubuk, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî bîranînê bûn.   Di bibîranînê de endama Dayikên Aştiyê Muzeyyen Kortak axivî û got: "Şehîdên me rûmeta me ne. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin."   Parlamenter Adalet Kaya jî diyar kir ku êriş, êrişeke polîtîk e û got: “Em îro tenê şîne nagirin, ji bo aştiyeke bi rûmet, edalet û heqîqetê têkoşîn hat dayîn. Em ê têkoşîna wan û keda wan mezin bikin. Denîz Poyraz nemir e."   Dayika Denîz Poyraz Fehîme Payraz jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîn têkoşîna jin û ciwanan e. Heke em bibin yek kesek nikare me têk bibe. Di kijan şert û merc bibe jî dê berpirsiyariya xwe pêk bînin."   Pişt axaftinan bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.   Piştî bîranînê, li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê sînevîzyon hate pêşandan.