Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin 2025-06-17 15:44:24   AMED - Di danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara şertê kontrola edlî nehat betalkirin.    Danişîna duyemîn a doza xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hatîce Şahîn tev li danişînê nebû lê parêzera wê Bahar Oktay amade bû.    Serokê şandeyê diyar kir ku bersiva nivîsa bi daxwaza ku bi doza li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re bibe yek nehatiye bersivandin. Dozger jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.    Parêzer Bahar Oktay jî xwest ku şertê kontrola edlî ku ji 9’ê Cotmeha 2018’an heta niha didome were rakirin. Dadgehê, biryar da ku dîsa ji bo yekkirina dosyayê nivîs ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re were şandin û şertê qedexeya derketina derveyî welat bidome. Danişîna dozê taloqî 27’ê Mijdarê hate kirin.