Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn 2025-06-17 16:02:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran hate bibîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku hêzên tarî yên tiliya wan di cînayetê de hene bên girtin.    Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran bi çalakiyan hate bîranîn.    RIHA   Meclîsa Jinan a Rihayê ya DEM Partiyê, diyar kir ku Denîz Poyraz di êrîşeke rêxistinkirî de hatiye qetilkirin. Hevseroka Bajêr Ayşe Surucu, anî ziman ku bi banga Rêber Apo re pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got ku heta hêzên tarî neyên eşkerekirin mirov nikare behsa aştiyek bi rûmet û civakî bike. Ayşe Surucu got ku ew xwe li dora vê bangê bi rêxistin dikin.   MELETÎ   Rêxistina DEM Partiyê ya Meletî li qada konteyniran çalakiya bîranînê pêk anî. Rêxistinê, diyar kir ku têkoşîna Denîz Poyraz dê berdewam bike. Nûnerên DBP û MEBYA-DER’ê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.   MÊRSÎN   Di bîranîna li ber Avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê de pankartek bi nivîsa "Denîz Poyraz nemir e" hate vekirin û dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr Bedriye Kuş, got ku êrîş beşek ji zexta sîstematîk e.   Parlamenter Perîhan Koca, anî ziman ku cînayet siyasî ye û diyar kir ku aştiya rastîn bi têkoşîna gel mimkun e û got, "Soza me dê avakirina aştiyek bi rûmet be."   Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê jî bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, li avahiya DBP’ê ya bajar bernameya bîranînê hat lidarxistin. Maseyeke ku wêneyê Denîz Poyrazê li ser bû hate danîn, find li ser hatin vêxistin û beşdaran qurnefîl danîn ser maseyê.    Bernameya bîranînê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.