Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn 2025-06-22 10:31:50   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi kamyonan melzemeyên tibbî hatine dizîn. Hat diyarknirin ku wezaretê mifetîş peywirdar kiriye û rêveberiya nexweşxaneyê jî ev îdiaye bêbersiv hişt.     Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîr a Şirnexê niha bi derman û malzemeyên tibbî yên winda bûn re di rojevê de ye. Li gorî îdiayan; gelek kamyonên malzemeyên tibbî û derman, bi awayekî neqeydkirî ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Piştî ku ev rewşa rê li ber xizmetên tedawiyê yên nexweşxaneyê girtî hatî bihîstin, der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. Ji windabûna malzemeyên tibbî û dermanan, rêveberiya nexweşxaneyê û hinek xebatkarên tenduristiyê berpirsyar tên girtin.    WEZARETÊ LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN   Hat zanîn ku Wezareta Tenduristiyê di meha Nîsanê de têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin û mifetîşek peywirdar kiriye. Têkildarî lêpirsînê û berfirehiya wê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Aqûbeta malzemeyên winda jî nayê zanîn. Hat îdiakirin ku di çarçoveya lêpirsînê de 2 kesên li dermanxaneya nexwşxaneyê dixebitîn, ji kar hatine avêtin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez têkildarî mijarê, bi daxwaza ku Wezîrê Tendurisityê Kemal Memîşoglû bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de mixdara malzemeyên winda bûn, bihayê wan, rewşa lêpirsînê û berpirsyaran de agahî xwest.    ÎDIA DI ROJEVA MECLISÊ DE YE   Di pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Malzemeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê winda bûn, li herêma ku mercên xizmetên tenduristiyê lê zehmet in, rê li ber krîzeke mezin vedike. Divê kesên bi tenduristiya gel dilîzin teqez hesabê bidin.”    Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin:    “* Gelo agahiya diziya malzemeyên tibbî û dermanan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê rast e?    * Wezaretê der heqê bûyerê de teftîş, venêrîn û lêpirsîn daye destpêkirin? Heke hatibe destpêkirin, aqûbeta wê çi ye?    * Têkildarî îdiaya nelirêtiyê, ji rêveberiya nexweşxaneyê û xebatkaran tu kes ji peywirê hatine dûrxistin an jî avêtin an na? Peywira van kesan çi ye?    * Gelo mifetîşan xwe gihandine dîmenên dizîna malzemeyên tibbî û dermanan? Dîmen dayineemniyetê yan na?    * Piştî ev bûyera nelirêtiyê derketî holê, gelo wezareta we ji bo were zanîn ka li tevahiya saziyên tenduristiyê yên Şirnexê bûyerên wiha çêbûne yan na, tu lêpirsîn daye destpêkirin?    * Di nava 5 salên dawî de li Şirnex û navçeyên wê ji ber nelirêtî, bêusûlî yan jî avêtina pereyan a ser hesaba xwe, çend lêpirsînên îdarî û edlî hatine destpêkirin? Encama wan lêpirsînan çi ye?    * Tê îdakirin ku tevî dermanê 'Actilyse' di qeydên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de heye jî bi awayekî fiîlî nehatiye stoqkirin û ev derman ji dermanxaneyên Iraqê re hatiye firotin û ji ber vê rewşê kesên xwîn çûye ser mejiyê wan û yên bi giliya krîza dil hatin nexweşxaneyê, sewqî nexweşxaneyên cuda hatine kirin. Gelo ev îdiaye rast e?    * Zirara madî ya vê nelirêtiyê çiqas e? Gelo dermanên hatine dizîn hene yan na û ji ber nebûna dermanan nexweşên mexdûr bûne hene?    * Gelo kesên bandora xwe ya siyasî bi kar tînin û hewl didin bandorê li pêvajoya lêpirsînê bikin hene? "   RÊVEBERIYA NEXWEŞXANEYÊ BERSIV NEDA    Rêveberiya nexweşxaneyê têkildarî mijarê heta niha jî tu daxuyanî nedaye. Têkildarî mijarê em li Sekreteriya Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê geriyan û gotin ku midûr amade nîne û ew ê têkildarî îdiayan li me vegerin. Lêbelê di vê mijarê de li me venegeriyan.    Piştî ku li me venegeriyayîn, em careke din li sekreteryayê geriyan. Ji me re gotin ku midûr li Enqereyê ye û hate îdiakirin ku ji bilî midûr tu kes di vê mijarê de xwedî agahî nîne.    Sekreteryaya Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî telefona me arasteyî serhekîmtiyê kir. Lêbelê serhekîmtiyê bersiva telefonê neda.