Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin 2025-06-24 09:44:56 ÎZMÎR - Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Budak di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha got: "Di serî de Dayikên Aştiyê, divê dayik bikarin biçin Îmraliyê û bi Serok re hevdîtinê bikin."    Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, di 13’ê Hezîranê de bi bombardimana di navbera Îsraîl û Îranê ve bêtir gur bû. Di heman pêvajoyê de DYA'yê erişê tesîsên nukleerî yên Îranê kir. Di pêvajoya şer de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kiribû, hêj di roja me de jî diyarker e. Piştî banga Ocalan, PKK’ê di 12’ê Gulanê de xwe fesix kir lêbelê desthilatê hêj gaveke şênber neavêtiye. Rexmê vê gelek kes û alî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û gav avêtinê bangî desthilatê dikin.    Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Bûdak di Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, yek ji wan welatiyan e ku piştgiriyê dide. Hanîfe Bûdakê diyar kir ku pêvajoya aştiyê û geşadanên pêvajoyê erênî dibîne û got: “Rexmê hemû cureyên qetlîam, êriş û tundiyan em aştiyê dixwazin. Bila aştî bê Tirkiyeyê û cîhanê. Min hevjînê xwe di rêya aştiyê de winda kir ji ber vê aştî ji bo me pir girîng e. Em dibêjin aştî lêbelê aliyê din nêz nabe. Aştî peyveke girîng lê em hest dikin ku pêvajo dest pê kirî. Em li bendê ne ku Tirkiye erka xwe pêk bîne. Bahçelî gavek avêt, destê xwe dirêjî DEM Partiyê kir, em bi vê kêfxweş bûn. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û li her derê aştiyê diparêzin. Ger ez nebînim jî dixwazim zarokên min an nêviyên min aştiyê bibinin. Em bi hêvî ne û bawer in ku dê aştiyê were.”   ‘DIVÊ MALBATÊN LEŞKER Û GERÎLAYAN BÊN GEL HEV’     Hanîfe Budakê, diyar kir ku rexmê PKK’ê biryara çekdanînê daye lê hêj desthilatê gav neavêtiye û wiha pê de çû: “Hêj ji Kurdan re dibêjin ‘terorîst’. Ev gotin baweriya me qels dike. Gelo lîstikên Osmanî tên lîstin? Hewl didin dîsa gelê Kurd bixapînin? Lêbelê gelê Kurd ne yê berê ye nayê xapandin. Li seranserê cîhanê şer bi aştiyê ve bi dawî bû. Em wek gel li dû partiya xwe ne û em ê div ê rê de bimeşin. Bi xwînê ve xwîn nayê şuştin. Ez li ber dayikên leşker û polîsan jî dikevim, wan jî zarokên xwe winda kirî divê malbatên leşker û gerîla bên gel hev. Em bi hev re dikarin aştiyê pêk bînin. Di dîrokê de gelê Kurd û Tirk bi hev re çûn şer. Çima niha gelê Kurd tên înkarkirin. Ger Kurd û Tirk bên ba hev ê edalet û aştî jî pêk bê.”   ‘DAXWAZA ME ÇÛYÎNA ÎMRALİYÊ YE’   Hanîfe Bûdakê der barê gavavêtina desthilatê de jî ev tişt anî ziman: "Divê Serok Apo, azad be. Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên Kurd divên bên berdan. Nexasim divê girtiyên nexşweş tevilê bên berdan. Girtiyên siyasî yên 30-32 sal in di girtîgehê de, heta dawiyê emrê xwe azadî nedît di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Li Girtîgeha Şakran a Jinan tecrîdeke giran heye. Jin her tim pêşengên aştiyê ne. Dayikên Aştiyê û jinên din divê biçin serdana Îmraliyê. Divê dewleta Tirk vê rê vebike. Daxwaza me ew e ku em bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ve biçin Îmraliyê.”   ‘JO BO AŞTIYEKE BI RÛMET HEVRÛBÛN PÊWÎST E’   Hanîfe Bûdakê wiha dawî li axaftina xwew anî: “Hevjînê min tenê di destê wî de tizbiyek hebû ji bo aştiyê çûbû Enqereyê. Em ê têkoşîna wî bidomînin. Li ser Qetlîama 10’ê Cotmehê de 10 sal derbas bû hêj jî edaletê cihê xwe nedîtiye. Mîlîtanên DAIŞ’ê ji Reqayê hatin li nava Tirkiyê 105 kes kuşt û dewletê pêşiya vê qetlîamê negirt. Gelo dewleta Tirk û emniyeta wê ewqas qels e? Dewletê rê li pêşiya vê qetlîamê vekir û bû sedema mirina van kesan. Ji bo aştiyeke birûmet divê rûbirûbûneke dîrokî bê kirin. Gelê Kurd, komkujiyên wek Zîlan, Dêrsîm û Roboskî de derbas bû. Qetlîama 10’ê Cotmehê jî parçeyek ji van e. Em dixwazin kiryarên qetlîaman bên dîtin. Em dizanin kî ne dewlet jî dizane lê aşkera nake.”    MA/ Ûgûrcan Boztaş