Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe 2025-06-24 11:51:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îdia kir ku Îranê agirbest binpê kiriye û wî jî ferman daye ku li dijî Tehranê êrişeke dijwar were destpêkirin.    Li gorî nûçeya Reuters’ê; agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ku di danê sibehê de kete meriyetê, bi êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê bi dawî bû. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz bi daxuyaniyekê got: “Îranê, agirbesta ji hêla Serokê DYA’yê ve hatiye ragihandin, bi êrişa fuzeyan bi aşkerayî binpê kir. Hikûmeta Îsraîlê jî li dijî êrişê, dê di çarçoveya polîtîkaya bersivdayînê de bersivê bide. Di vê çarçoveyê de min ferman da Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ku li dijî hebûnên rejîmê û binesaziya terorê êrişeke dijwar bidin destpêkirin.”