Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin 2025-06-25 10:44:01   ŞIRNEX - Li gundên Basret û yê Zivingo yê li herêma Çiyayê Gabarê, birîna daran berdewam e. Di dîmenan de tê dîtin ku pezkovîyên cureyê wan li ber tunebûnê ye, ji ber birîna daran û tunekirina qadên wan ên jiyanê, tevî karikên xwe ve qadê diterikînin.   Li Şirnexê, çiyayên Cûdî û Gabarê, herêmên Besta, Cilênimêja, Komato, û Qaşûran di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan bênavber dar tên birîn. Li Çiyayê Gebarê ji sala 2021’an û vir ve di bin navê “lêgerîna petrolê” de bi awayeke sîstematik birîna daran berdewam e. Gundên Zivingo û Basretê yên li quntara Çiyayê Gabarê, di dîmenên nû yên birîna daran de texrîbatên ekolojîk radixîne pêç çavan. Di dîmenê li gundê Zivingoyê hatiye kişandin de tê dîtin ku pezkovîyên ku li ber tunebûnê ne, bi karikên xwe ve bi zehmetî dikşînin û qadên xwe diterikînin.   Hate diyarkirin ku birînên daran bi gelemperî ji aliyê cerdevan û şîrketên taybet ve pêk tê, li hinek deveran muxtarên gund bi hinek kesan re li hev kirine û ji aliyê wan ve tê rêvebirin. Birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de pêk tê, texrîbata ekolojîk kûr dike. Di dîmenên nû de tê dîtin ku birîna daran li qadê berfireh bûye û darên ku ji kokên xwe be hatine birîn li ser hev hatine komkirin.    QIRKIRINA EKOLOJÎK MEZIN DIBE   Tevî gundên Basret, Zivingoyê, li xeta çiyayê Gabarê hejmara gundên bêdar hatine hiştin gihîşt 20’an. Çiyayê Cûdî, Besta, Gabar, Herekol û Cilênimêja jî di salên dawî de bi heman polîtîkayê ve tên hedefgirtin û bi sed hezaran dar hatin birîn. Hate diyarkirin ku piştî birînê li herêmê bazirganiya êzing û qurmên daran tê kirin, gelê herêmê li dijî vê yêkê derketiye lê dengê wan nehatiye bihîstin.    Baroya Şirnexê û gundiyan demên berê de li dijî talana ekolojîk bi dehan car gilî û serlêdan kirine lêbelê heta îro der barê birîna daran de tu lêpirsîneke şênber nehatiye kirin. Gerînendeya Daristanê ya Bajarê Şirnexê li hember birîna daran bêdeng e.    MA / Zeynep Dûrgût