Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir 2025-06-25 12:00:05 STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER’ê Mehmet Zekî Kiliç, diyar kir ku rewşa girtîgehan li pêşiya demokrasiyê asteng e û banga têkoşîna hevpar li dijî binpêkirinên di girtîgehan kir. Nîqaşen têkildarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didome. Mijarên sereke yên pêvajoyê rewşa girtîgehan, girtiyên nexweş û biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdarî ne.     Di naveroka Pakêta 10’mîn a Darazê de sererastkirinên dihatin payîn cih negirt û qanûnên kêfî yê înfazê bûn sedema bertekan. Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Zekî Kiliç, rewşa pêvajoyê û ya girtîgehan nirxand.     Kiliç, destnîşan kir ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş û girtiyên ku tehliyeya wan hatiye astengkirin hene û bal kişand ser ferzkirina poşmantiyê ya li girtîgehan. Kiliç, diyar kir ku girtiyên nexweş rexmê raporên ATK’ê nayên tehliyekirin û dewlet bi xwe hiqûqa xwe bi cih nayîne.    ‘ASTENGKIRINA TEHLIYEYAN BERDEWAM E’   Kiliç, bi lêv kir ku hewldanên yekalî pirsgirêkan çareser nakin û diyar kir ku divê ji bo hemû civakê aştî û demokrasî bê avakirin. Herwiha Kiliç destnîşan kir ku gavên divê dewlet biavêjin hene û 10’mîn Pakêta Darazê bendewarî cihbici nekir û wiha axivî: “ 10’mîn Pakêta Darazê herî kêm diviyabû rewşa girtiyên nexweş û yên tehliyeya wan hatine astengkirin û yên muebbed xwarine çareser bikira. Lêbelê me dît ku desthilat di vê mijarê de ne jidil e. Hêj kiryarên kêfî didomin. Li Girtîgeha Bolûyê 72 girtiyên nexweş hene. Divê tavilê van girtiyên nexweş bên berdan. Hêj gaveke bo berdana wan nehatiye avêtin û hevalên me dema derdikevin pêşberî lijneyê bi awayeke kêfî 6 meh tehliyeya wan tê astengkirin.”   ‘DIVÊ DI DESTÛRA BINGEHÎN DE GUHERTIN BÊN BKIRIN'   Kiliç, rave kir ku pirsgirêkên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê sedema wê destûra bingehîn e û dewlet têgeha "teror"ê bi awayeke nediyar bikar tîne, divê Qanûna Têkoşîna li Dîjî Terorê bê guhertin û Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Siyaset û destûra bingehîn li ser bingeha li dijî terorê saz kirî. Hûn nikarin tevahiya 30 milyon welatiyên ku li vî welatî dijîn li gorî têgeha terorê tune bihesibînin. Ji ber vê yekê ji bo demokrasîbûna welêt, divê destûra bingehîn bê guhertin. Divê hinek têgehên di hiqûqê de jî bên guhertin. Dema welatî li dû mafê xwe digere an greve dike dibêjin ‘van terorîstan biavêjin hundur’. Dema hevpeyvînek li kolanê dide dibêjin ‘vî terorîstî biavêjin hundir.'”   ‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ NASKIRIN’   Kiliç, destnîşan kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe pêk bîne divê mafê hêviyê bê naskirin û ev mafê hêviyê mafeke mirovî ye û di hevpeymana navneteweyî de cih digre ku Tirkiye jî di nav de ye. Kiliç wiha pê de çû: “Niha divê dewlet ji bo rêzdar Ocalan mafê hêviyê nas bike. Ne tenê rêzdar Ocalan, ji bo gelek hevalên me divê ev maf bê naskirin. Nexasim hevalên me yên cezaya muebbeta giran xwarine. Lêbelê kiryarên kêfî û li gorî berjewendiya xwe berdewam dikin.”   ‘EM DENGÊ XWE BIKIN YEK’   Kiliç, destnîşan kir ku azadiya girtiyan û xwe îfadekirina civakê bi awayeke azad şertê bingehîn ê aştiyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo vê em; bangî hemû civakê, nexasim malbatên girtiyan dikin da ku têkoşîneke hevpar de cih bigrin û bi awayeke rêxistinkirî bibin bersiv. Em dengê xwe li her cihî bidin bihîstin. Em têkoşîna zarokên xwe nişan bidin. Hevalên me yên 30 sal di girtîgehê de mane moral û motivasyona wan pir baş e. Em li dijî vê neheqiyê bibin yek, li hember vê bêedaletiyê dengê xwe bikin yek.”    MA / Yeşîm Tukel