Şewata li Omeryayê hate vemirandin 2025-06-30 08:22:16 MÊRDÎN - Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin.  Duh li gundên Sitîlîlê û Habîsê yên li Herêma Omeryayê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şewat dest pê kiribû û şewat hate vemirandin. Duh li çoltarê herêmê şewat dest pê kir û ji ber bayî di demekî zû de li herêmeke berfireh belav bû. Xelkê herêmê û komên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin. Her wiha ji hewayî ve jî mudaxileyî şewatê hate kirin. Di encama xebatan de şewat di saetên nîvşevê de hate vemirandin. Gelek dar şewitîn.