'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin' 2025-07-02 09:02:03 AMED - Endama Lijneya Bilind a Navnedî ya DEM Partiyê Îlknûr Bîrol, diyar kir ku divê kedkar bibin kirdeya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û got: "Divê kedkar bi zanebûna xwe di nava têkoşînê de cih bigirin."  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hemû beşên civakê daxilî nava "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bike, xebatên xwe bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de, di 28-29'ê Hezîranê de li Amed û Stenbolê "Komxebata Kedê di Civaka Demokratîk de" hat lidarxistin. Di komxebata li Amedê de mijarên "Nirxa kedê û cihêrengiya wê", "Keda jinan û xizanbûn" û "Veguhestina ji bo aştiyê û ezmûnên aştiya mayînde" hatin gengeşekirin.     Ji beşdarên komxebatê, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Îlknur Bîrolê destnîşan kir ku divê karker kirdeta pêvajoyê bin. Îlknur Bîrolê destnîşan kir ku divê karker bi daxwazên xwe beşdarî pêvajoyê bibin û got: "Pêvajoyên aştiyê di çend kategoriyan de berdewam dikin. Pêvajoyên danûstandinê bingeha pêvajoya hiqûqî û dadweriyê pêk tînin. Pêvajoyên ku aştî û civaka demokratîk di wan de xwedî wate bin jî, di serî de kedkar û bi giştî jî hemû beşên civakê gava daxil bibin pêkan in."    Îlknur Bîrolê destnîşan kir ku karker di her pêvajoyê de alîgirê aştiyê ne û got: "Ji ber ku her cure şer li dijî karkeran pêş dikeve. Jiyana wan û keda wan ji wan tê girtin. Pêvajoyek ku wan bedbext dike pêş dikeve. Dibe ku şer ji bo kesên ku çekan difiroşin baş be. Lêbelê, jiyana karkeran perîşan kiriye."   ‘DIVÊ KEDKAR BIBIN KIRDE'   Îlknur Bîrolê destnîşan kir ku divê karker di avakirina aştî û demokrasiyê de gewdeya sereke bin û got: "Divê karker di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bibin kirde. Daxwaza aştî û demokrasiyê ne ew tişt tenê ye DEM Partî bi tena serê xwe doza wê bike. Divê karker bi zanebûna xwe tevbigerin û di nava têkoşînê de cih bigirin. Rizgarkirina karkerên ku di nav lepên şer û pergala kapîtalîst de li Tirkiye û Kurdistanê têdikoşin, tenê bi serkeftina pêvajoya demokratîk dikare were bidestxistin."   TÊKOŞÎN   Îlknur Bîrolê diyar kir ku wan di komxebatên ku li dar xistine de li ser beşdarbûna karkeran a pêvajoyê û daxwazên wan sekinîne û got: "Her çend nêzîkatiyên curbicur hebin jî, fikra bi awayekî rêxistinkirî daxilbûna pêvajoyê derket pêş. Banga ji bo têkoşînê derket pêş. Me nîqaş kir ka em ê çawa civakeke hevpar biafirînin û karker dê di vir de li ku bin. Bê guman, komxebatên bi vî rengî dê berdewam bikin."