Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin 2025-07-05 14:57:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li komxebatên li Riha û Edeneyê çêdûbûn de, hat destnîşankirin ku dê ciwan di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de erka xwe bi cih bînin.    "Komxebatên bi ciwanên pêşeng ber bi Civaka Demokratîk" ên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Di vê çarçoveyê de îro li Edene û Rihayê du komxebatên cuda hatin lidarxistin.    Li hêwana konferansê ya Baroya Rihayê bi mijara "Li Rojhilata Astengiyên Veguherîna Civakî" komxebatek hat lidarxistin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Parlamanterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak, nivîskar Namik Kemal Dînç, endamên Koordinasyona Jinên Ciwan ên DEM'ê û gelek kes beşdarî komxebtê bûn.    Komxebat, ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzgirtinê dest pê kir. Li hêwanê tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.    Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Muhsîn Aydogdû got: "Em li 5 bajaran hevdîtinan dikin. Em di van hevdîtinan de parêznameyên Rêber (Abdullah Ocalan) esas digirin. Parêznameyên Rêber navê jiyana azad in. Dê ciwan di avakirina nû de erka xwe bi cih bînin Me ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin."    Komxebat bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir.    EDENE   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê, li Şîrîn Muzîkholê ya li Seyhanê komxebata "Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratik” li dar xist. Hêwan bi alayên DEM Partiyê hatin xemilandin. Komxebat bi rêzgirtinê dest pê kir. Ciwanên li Edene û Mêrsînê û rêveberên DEM Partî yên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê beşdarî komxebatê bûn.    Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê Reşo Bîrhat Kûrtûlan, bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Dê ev têkoşîn, têkoşîna hemû bindest û kesên tên vederkirin bilind bike û rêya wan ronî bike. Têkoşîna neteweyekê û manifestoya rizgariyê ya gelen Rojhilata Navînê ye."    Komxebat bi pêşkeşkirinên wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Cîgira Hevserokatiya ji Rêxistinkirinê Berprisiyar a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Kerem Nalbant û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome.