Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan 2025-07-05 15:29:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Emin Gurban kirin.   Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê der barê girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Emîn Gurban de daxuyanî dan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, hefteya 693'emîn a çalakiyên "Rûniştina F"yê li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê hat kirin. Pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e û nayê astengkirin" û "Divê girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên wekî "Divê girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.   REWŞA ERGÎN AKTAŞ   Endamê ÎHD'ê Cîhan Kaplan got ku destê çepê yê Ergîn Aktaş ji enîşkê û destê rastê jî ji qevdikê ve tune ye. Kaplan diyar kir ku bi Aktaş re nexweşiya KOAH, iltîhaba pişikê, nexweşiya tuberkulozê û nexweşiyên mantarê heye û got: "Ergîn Aktaş girtiyekî asteng e ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe û yên takekesî çareser bike. Pirsgirêk û nerehetiyên wî yên têkildarî nexweşiyan her ku diçe zêde dibin."   Kaplan destnîşan kir ku Aktaş tevî rewşa xwe ya tenduristiyê sewqî girtîgehên cuda hatiye kirin û got: "Aktaş demeke dirêj li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê di hucreyeke yekkesî de ya bêpace de maye, di vê pêvajoyê de nexweşîna KOAH û mantarê lê peyda bûye. Aktaş, gava sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrisê hatiye kirin di odeyekek yekkesî de maye û ji bo bikaribe biçe odeyek sê kesan, neçar ma ku têkeve greva birçîbûnê. Demeke dirêj bi du girtiyên din ên nexweş re, yek felcî û yekî di nava nivînan de maye û alîkariya hev du kirine. Herî dawî dibe şahidê mirina hevalê xwe Abdulkadî Kûday."    ‘BERDANA WÎ 7 CARAN HAT ASTENGKIRIN'   Kaplan diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek derxistiye ku tê de hatiye gotin ku Aktaş 7 caran "nikare di girtîgehê de bimîne", lê bi hinceta ku ew "ji bo ewlehiya giştî xeternak e" nehatiye berdan. Kaplan got: "Li gorî parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer, serlêdana ATK'ê ya dawî ji bo Ergîn Aktaş di 15'ê Nîsanê de hatiye kirin û tevî ku di raporê de hatiye gotin ku ew 'nikare di girtîgehê de bimîne', ew nehatiye berdan. Bi hinceta ku ew mehkûmê cezayê muebbetê yê girankirî hatiye kirin û serbestberdana wî hatiye astengkirin."   ENQERE   Hasta Mahpuslara Özgürlük İnisiyatifi, eylemlerinin 565’inci haftasında hasta tutsak Emin Gurban’ın durumuna dikkat çekti. Sakarya Caddesi’nde yapılan açıklamada “Hasta tutsaklar serbest bırakılsın” ve “Tecrit işkencedir tecride son” sloganları atıldı.    Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefteya 565emîn a çalakiyên xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Gurban. Di daxuyaniya li Kolana Sakarya de dirûşmeyên "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd îşkence ye, tecrîd bi dawî bibe" hatin qîrkirin.   Asli Saraç yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, daxwaza serbestberdana Emîn Gurban kir ku 29 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregli ya Konyayê girtî ye. Asli Saraç diyar kir ku Gurban ji ber girtina demdirêj gelek nexweşî lê peyda bûne, got: "Di sala 2018'an de ji gurçikê emeliyat bûye û malbata wî di wextê xwe de nehatiye agahdarkirin. Di Îlona 2022'yan de, di encama muayeneya çavan de li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Îzmîtê, teşxîsa presbiopiyê lê hatiye danîn. Tansiyona wî bilind heye û pêdiviya wî bi parêzê heye. Di 1'ê Kanûnê 2022'yan de, pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî serêşeke giran, vereşîn û gêjbûnê dest pê kirine û di 2'ê Kanûna 2022'yan de ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê hatiye kirin. Di heman rojê de ew dîsa anîne girtîgehê. Di 6'ê Kanûna 2022'yan de ew dîsa sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û 6 rojan li nexweşxaneyê maye. Di muayeneyan de hatiye destnîşankirin ku di demarên sereke yên ji stû ber bi mêjî ve diçin de astengî heye, ji sedî 60 zirar li beşa mejî heye û di heman rojê de, beşa neorolojiyê ya nexweşxaneyê Sendroma Felca Mejî ya G46.4, Sendroma Demarên Din a G46.8 teşxîs hatiye danîn."   RÊWÎTIYEKE BI KELEMÇEKIRÎ   Asli Saraçê diyar kir ku di raporê de hatiye gotin ku nexweş nikare pêdiviyên xwe bi xwe bi cih bîne û got: "Li nexweşxaneyê derman dane wî û gotine ku divê ew di demeke nêz de ji bo kontrolê vegere û heke rewşa wî baş nebe, ew ê ji bo Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê were şandin û di 12'ê Kanûna 2022'yan de ew dîsa şandine Girtîgeha Kocaeliyê. Di 16'ê Kanûna 2022'yan de, bêyî ku malbat û parêzerên wî agahdar bikin, tevî ku ew bi giranî nexweş bû û dermankirina wî hatibû qutkirin, ew sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregliyê kirin. Piştî rêwîtiyeke nêzîkî 8 saetan, bi ambulansa leşkerî ew anîn Eregliyê. Gava ew anîn li ser sedyeyê dirêjkirî û destê wî kelemçekirî bû."    Asli Saraçê destnîşan kir ku Emin Gurban ji ber nexweşiya xwe ya giran nikare di girtîgehê de bimîne.