Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye 2025-07-09 14:41:12 AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku Abdullah Ocalan di banga xwe de bal kişandiye ser lezgîniya avakirina komîsyona li Meclisê. Hevserokê MED- TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî ji bo bangê got “Resmê sedsalê ye.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî bidîmen kir. Ocalan, dipeyama xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.” Banga Abdullah Ocalan di serî de li Kurdistanê li tevahiya cîhanê deng veda.    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî bangê axivîn.   PIŞTÎ 26 SALAN DÎMENÊ EWIL    Guleç, diyar kir ku ev banga Abdullah Ocalan ji banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a 27’ê Sibatê gelek cuda nîne û got: “Ji ber ku piştî 26 salan cara ewil bi dengê Abdullah Ocalan hate weşandin, gelek girîng e.” Guleç, bal kişand ser geşedanên piştî banga 27’ê Sibatê li Rojhilata Navîn qewimîn û wiha domand: “Van geşedanan, careke din nîşan dan ka pêvajo û banga 27’ê Sibatê çiqasî girîng in. Di bangê de tê xwestin ku ji bo çek ji dewrê rabin divê gavên şênber û pratîk bên avêtin. Mirov dikare bibêje ji bo xebata li Silêmaniyeyê ku dê çek bên berdan jî bangekî girîng bû. Daxuyaniyeke dîrokî bû. Ji ber ku dibêje êdî serdemek bi dawî dibe û serdemeke nû bi berdana çekan dest pê bike. Her wiha bang hate kirin ku bi berdana çekan re li Meclisê ji bo çareseriya meseleyê komîsyon were avakirin û ev komîsyon xebatên xwe bidomîne. Di vê mijarê de ji bo koma DEM Partiyê jî bangek heye. Pêşniyar dike ku partiyên siyasî di vê komîsyonê de bixebitin. Ev daxuyanî, daxuyaniyeke rast û di cih de ye. Ji bo avakirina komîsyonê banga lezbûnê tê kirin.”    ‘DÊ PIŞTGIRIYA RAYA GIŞTÎ ZÊDE BIBE’     Bi domdarî Guleç bi lêvkir ku banga Abdullah Ocalan a ji bo bilezûbez serxistina pêvajoyê ji bo wan jî gelek biqîmet e û wiha pê de çû: “Berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên li welat. Di pêvajoyên berê de ji sedî 70’ê civakê berdana çekan pir erênî dinirxand. Piştgiriya raya giştî ya ji bo pirsa ‘gelo dê çekan berde?’ ji sedî 40 bû. Lê bawerim piştî têkoşîna çekdarî bi dawî bû û çek bi awayekî fiîlî hatin berdan, dê piştgiriya civakê zêde bibe. Li gel Meclisê, dê derdorên civakî jî xwedî lê derkevin lewma ev bang gelek biqîmet û girîng e.”    ‘HÊVIYEK AFIRAND’    Kerem Canpolat jî got bang gelek biqîmete û ev tişt anî ziman: “Banga bidîmen rê li ber kelecan, hêvî û rewşekî hestiyar vekir. Ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê, ji bo têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê resmê sedsalê ye.” Canpolat, têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku tecrîd hêj baş ranebûye û divê têkoşîn xurt bidome.    ‘DIVÊ HER DU ALÎ GAVAN BIAVÊJIN’    Canpolat, axaftina xwe wiha qedand: “PKK’ê di kongreya 12’emîn de biryara çekberdanê da. Ji îro ve derbasî qonaxeke nû dibe. Em vê qonaxê girîng dibînin. Vê dîmenê kir ku fikarên heyî hinek rabin. Lê li gorî me divê birêz Abdullah Ocalan û hevalên xwe ji hêla fîzîkî ve azad bibin. Divê mercên wan biguherin. Kî bixwaze divê bikare pê re hevdîtinê bike. Li gorî me aştî jî bi vê dibe. Her tiştî bide aliyekî, bêdengbûn û berdana çekan bi tena serê xwe şoreşek e. Gavekî pir bicisaret e. Hêvîdarin ev pêvajo bi avêtina gavên dewletê bidome. Ev meseleye bi gavên yekalî û bi fedekariya aliyekî çareser nabe. Divê her du alî gavan biavêjin û birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din tavilê bên berdan. Bi hezaran girtî hene, girtiyên nexweş hene. Divê ev zûtirîn demê bên berdan û bên tedawîkirin. Yek ji gava herî biqîmet a pêvajoyê dê bibe berdana girtiyên nexweş. Resmê îro, şahidiyekî dîrokî ye. Di her kesekî de hêvî çêkir. Divê her kes berpirsyartiya xwe pêk bîne.”