Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe 2025-07-09 20:12:46   ENQERE - Balyozê DYA'yê yê Enqereyê û N»»nerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack îşaret bi pêvajoyê kir û got: "Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe."    Di navbera nûnerên Rêveberiya XWeser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de li Qesra Tişrînê ya li Şamê hevdîtinek pêk hat. Balyoz DYA'yê Enqereyê û di heman demê de N»nerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack jî beşdarî hevdîtinê bû.    Piştî hevdîtinê Thomas Barrack ji North Pressê re axivî. Barrack got: "Aştiya li Tirkiyeyê bandorê li rewşa Sûriyeyê dike û diviyabû ev beriya nihe hatibûna avêtin. Ez ji ber qewimînên li Tirkiyeyê kfêxweş dibim. Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), şirîkeke girîng a hikûmeta DYA'yê ye û li dijî DAIŞ'ê şer kiriye. Em rêzeke mezin li wan digirin û dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe."