9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne 2025-07-10 10:23:12   ÊLIH - Di ser hewldana derbeya leşkerî de 9 sal bihurîn, lê hêj 2 hezar û 520 endamên KESK’ê venegeriyane ser karên xwe. Hevserokê Şaxa SES a Êlihê Cîhan Tuzun got: “Ger li Tirkiyeyê veguherîna bo civaka demokratîk çêbe divê di destpêkê de hevrûbûnek bi mexdûrên KHK’ê re çêbibe.”   9 sal li ser hewldana derbeya leşkerîy a di 15’ê Tîrmeha 2016’an de bihurî. Piştî vê hewldana ku ji aliyê Cemaeta Gulan ve hate kirin, Rewşa Awarte (OHAL) hate ragihandin û heta 18’ê Tîrmeha 2018’an domiya. Di dema OHAL’ê de, ji aliyê serokkomariyê ve 32 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin. Li gorî daneyan; ji 5 hezarî zêdetir akademîsyen û ji 33 hezarî zêdetir jî mamoste hatin îxraçkirin. Bi KHK’ê ve ji saziyên cemaweriyê 142 hezar û 648 kes hatin îxrackirin, 234 hezar û 419 pasaport hatin betalkirin, hezar û 767 komele, weqif, sendîka û federasyon hatin girtin.   Di vê pêvajoyê de 126 mexdûrên KHK’ê ji bo vegera ser karên xwe serî li Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê dan. Komîsyona ku di 22’ê Kanûna 2017’an de dest bi biryardayînê kir, serlêdana 13 hezar kesan qebûl kir û mafê vegera ser kar da wan. Kedkarên ku hatibûn îxrackirin jê 4 hezar û 400 kes endamê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bûn. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Êlihê Cîhan Tuzun, diyar kir ku tenê li Êlihê 90 endamên KESK’ê hatine îxrackirin.   DIVÊ BI MEXDÛRÊN KHK’Ê VE HEVRÛBÛNEK ÇÊBE   Tuzun, destnîşan kir ku kedkarên saziyên cemawerî bêyî hincetên hiqûqî bi awayeke kêfî ji kar hatine îxrackirin û got: “Em wek sendîka û konfederasyon ji wê rojê ve li dijî vê yekê têdikoşin. Ji ber hewldana derbeyê, OHAL hate îlankirin. Desthilat tengijî bû û derbe kir hincet da ku tundiyê li ser kedkaran çêbike. Dora 4 hezar û 400 endamên KESK’ê hatin îxrackirin.”   Tuzun, têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd jî wiha axivî: “Ger li Tirkiyeyê veguherîna ji bo civaka demokratîk çêbe, divê di destpêkê de hevrûbûnek bi mexdûrên KHK’ê re çêbibe. Em hemû bi hincetên siyasî hatin îxrackirin. Em ê ji bo vê heta dawî têbikoşin.”