Tahmaz: Banga Ocalan peywirên siyaseta demokratîk destnîşan dike 2025-07-10 11:37:17 ÎZMÎR - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku banga dawî ya Abdullah Ocalan, banga 27’ê Sibatê de zelaltir kiriye û got: “Divê zemîna hiqûqî ya paradîgmaya nû ya Abdullah Ocalan were avakirin.”     Piştî 26 salan cara ewil duh peyameke bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, bi raya giştî re hate parvekirin. Di banga xwe de Abdullah Ocalan got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.” Banga Abdullah Ocalan, li cîhanê bû yek ji rojevên sereke. Niha jî çavê her kesî li ser gavên dewlet û îktîdar dê biavêjin e.    Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz têkildarî peyama dawî ya Abdullah Ocalan axivî.    ‘DIVÊ DERBASÎ PÊVAJOYA MUZAKEREYAN BIBIN’      Tahmaz, anî ziman ku daxuyaniya bidîmen banga 27’ê Sibatê zelal kiriye û got: “Di heman demê de peywira siyaseta demokratîk û têkoşînê jî diyar kir. Divê em pêvajoya pêş weke pêvajoya muzakereyê pênase bikin. Jixwe di metna Ocalan de ev yek bi aşkerayî tê dîtin. Weke ku di metnê de hatiye destnîşankirin, qonaxa nû dê bibe qonaxa berdana çekan û tevlibûna hêzên çekdarî ya nava siyaseta demokratîk û jiyana civakî be. Di qonaxa heyî de pêdivî bi avadaniyeke yasayî û sazûmanî heye. Divê komîsyoneke ku venêrîna pêvajoyê dike û birêve dibe hebe. Ev peywir jî dikeve ser milê Meclisê û hêzên siyasî û civakî yên li gorî perspektîfa demokratîkbûnê tevdigerin e.”    ‘DIVÊ MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN’     Bi domdarî Tahmaz bi lêv kir ku divê pêvajo hemû derdorên civakî bigire navxwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Deriyê vê jî îktîdar dikare veke. Abdullah Ocalan muzakerevanê pêvajoyê ye û divê derfetên ku bikare bi civakê re pêwendiyan deyne bên avakirin. Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin û bixwazin Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe, divê mercên wî bên afirandin. Hefteyek berê komeke akademîsyenan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Ewropayê hatin. Lê hikûmetê ji bo hevdîtinê tu îşaretek neda. Di banga ewil a Devlet Bahçelî banga ‘mafê hêviyê’ hebû. Lêbelê careke din di rapora Tirkiyeyê daye Konseya Ewropayê de ‘mafê hêviyê’ tune ye. Pêvajo, bi heman rengî nameşe. Divê zemîneke hiqûqî ya paradîgmaya nû ya Abdullah Ocalan were avakirin. Heta ev rê neyê vekirin, mimkin nîne pêvajoyeke ku bi venêrîna dewletê pêş dikeve bikare civakî bibe. Di hêla baweriyê de di nava gel de kêmasî heye û gelek pirs hene. Sedema vê jî helwesta hikûmetê û tiştên berê qewimînin e.”    'DIVÊ EM FIRSENDÊ JI DEST NEDIN’     Tahmaz, daxuyand ku taybetiyên pêvajoyê hene û axaftina xwe wiha qedand: “Partiya muxalefeta sereke tevî her tiştekî jî di ferqa qîmeta pêvajoyê de ye û ji bo piştevaniyê di dorê de disekine. Lêbelê îktîdarê heta têkildarî pêvajoya jê re dibêje ‘Tirkiyeya bêteror’ de jî agahî neda partiya muxalefetê ya sereke. DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê agahî dayê. Piraniya partiyên li Meclisê dibêjin ‘em piştgiriyê didin pêvajoyê.’ Lêbelê îktîdar xwedî helwestekî wisa ye ku pêvajoyê dide zorê. Lewma divê em vê firsendê ji dest nedin. Devlet Bahçelî ji serokkomar re dibêje ‘Tu mecbûrî vê pêvajoyê bi ser keftî birêve bibî.’ PKK dibêje ‘Me çek berda.’ Dewlet mecbûr e ku pêdiviyên heyî bicih bîne.”    MA / Ugurcan Boztaş