Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest 2025-07-10 14:46:56   STENBOL - Di danişîna doza 7 rojnameger û 2 siyasetmedaran de ku bi îdiayên "Propagandaya rêxistinê" û "Muxalefeta li dij3ı qanûna hejmar 2911" tên darizandin de dozger daxwaza cezayê kir.    Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin di 19'ê Kanûna 2024'ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA'yan hatin qetilkirin. Bi boneya qetilkirina Daştan û Cîhan Bîlgînê, li di 21'ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyanî hate dayin. Bi hinceta tevlibûna daxuyaniyê, der heqê rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, nûçegîhana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol de bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Mixalefeta qanûna hejmara 2911” doz hate vekirin. Danişîna 3’yemîn a dozê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hate lidarxistin.    Di danişînê de ji ewil weke "şahid" li 2 polîsan hate guhdarîkirin. Polîsan, îdia kirin ku ji ber qedexeya Qeymeqamiya Beyoglûyê midaxileyê rojnamegerên li pêşiya Şaredariya Şîşliyê kirine û beriya midaxileyê banga “belav bibin” kirine.   DOZGER DAXWAZA CEZAYÊ KIR   Dozgerê ku berê têkildarî îdianameyê de mutalaaya xwe pêşkêş kiribû, bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmara 2911” xweset ceza li rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol were birîn.     Parêzeran, ji bo parastinê li dîjî mitaleayê dem xwestin.    Dadgehê, daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 2'yê Cotmehê kir.