Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin 2025-07-22 09:05:27    WAN - Ji ber ku dibistan di betlaneyê de ne, zarok bi beşdarbûna qursên ku ji hêla Kurdîgehê ve hatine vekirin, zimanê Kurdî fêr dibin.   Li gorî bernameya Wezareta Perwerdehiyê, dibistanên seretayî, navîn û amadeyî di 20'ê Hezîranê de ketin betlaneyê. Betlaneya xwendekaran di 8'ê Îlonê de bi dawî dibe. Bi girtina dibistanan re, zarokên li Wanê betlaneya xwe ya havînê li Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (Kurdîgeh) bi zimanê xwe yê dayikê  derbas dikin. Kurdîgehê di havînê de du pol vekirin; di her polê de 10 xwendekar hene. Rêveberên Kurdîgehê destnîşan kirin ku bi zêdebûna hejmara xwendekaran re dê bêtir pol werin vekirin. Li vir, zarok ne tenê dersan fêr dibin, di heman demê de zarok bi zimanê dayikê stranan dibêjin û lîstikan dilîzin.   KURDÎ FÊR DIBIN   Sevîm Keskîn ku li Kurdîgehê hem xwendekar û hem jî dersê dide xwendekarên biçûk got: "Kurdî zimanê me yê dayikê ye û çanda me ye. Ji ber vê yekê me di betlaneya havînê de ji bo xwendekarên biçûk du pol vekirin. Ez dersê didim polekê. i vê polê de temenê zarokan di navbera 7 û 9 salî de ye. Temenê zarokên pola din jî di navbera 10 û 12 salî de ye. Zarok bi kurdî re eleqedar dibin. Ji ber ku bi rêkûpêk kurdî nizanin, hinekî dudil in. Em vê yekê normal dibînin. Di nav wan de hin kes hene ku qet kurdî nizanin. Em hewl didin ku wan fêr bikin û ew bi eleqe û hewldana xwe fêr dibin."   ‘ROL DIKEVE SER MILÊ MALBATAN'   Sevîm Keskînê destnîşan kir ku zarokên ku bi kurdî nizanin hêdî hêdî dest bi axaftina bi zimanê xwe yê dayikê dikin û got: "Gelek sedem hene ku zarok bi kurdî nizanin. Di nav van sedeman de ya sereke pergal e. Zarokên me niha di çar saliya xwe de dest bi pêşdibistanê dikin û di çar saliya xwe de dest bi axaftina bi tirkî dikin. Ji ber vê yekê em bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Malbat di çareserkirina vê pirsgirêkê de roleke girîng dilîzin. Divê em li malê, li kolanê, li dibistanê û li her derê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ger em bi zarokên xwe re bi tirkî biaxivin, em ê polîtîkaya ku pergalê heta niha bicîh aniye bidomînin. Îro, hemû televîzyon, telefon û dibistan bi tirkî ne. Ji bo ku em vê yekê çareser bikin, bila em qet nebe çîrokên kurdî ji wan re bixwînin. Em bang li malbatan dikin ku di betlaneya havînê de zarokên xwe li qursan qeyd bikin û di warê fêrbûna zimanê dayikê de tevkariyê li wan bikin."