Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin 2025-08-02 12:56:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên li ser bîrên petrolê yên Herêma Federe ya Kurdistanê, serdana Hewêrê kir.    Li gorî agahiyan beriya niha bi demek kurt, şandeyek Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên bi rêya dronan ên li ser bîrên petrolê yên Herêma Federe ya Kurdistanê, gihiştiye Hewlêrê. Hate zanîn ku wê şandeyê serdana bîrên petrolê ku di rojên borî de êriş li ser hatibûn kirin, bike.   Tê gotin biryar e ku şande piştî lêkolînan raporek amade bike û radestî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bike.   Di demên borî de gelek caran bi dronên bombebarkirî ve êrişî bîrên petrolê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê hatine kirin. Lê heya niha kes nizane ev êriş ji aliyê kîjan komên çekdar ve tê kirin.