Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat 2025-08-02 12:59:49   ENQERE – Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat. Îro dê TURK-ÎŞ û HAK-ÎŞ bi aliyê kardêran re lihevkirinê îmze bikin.    Di civînên Peymanên Kar ên Komî (TÎS) ku 600 hezar karkerên saziyên cemawerî eleqedar dike, lihevkirin pêk hat. Piştî civînên ku di navera TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û hikûmetê de hate lidarxistin, îro dê lihevkirinê bê îmzekirin.  Di daxuyaniya Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî de ev tişt hate diyarkirin: "Wezîrê me yê Kar û Ewlehiya Civakî, Prof. Dr. Vedat Işikan, dê li Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî bi şandeyên TURK-ÎŞ û HAK-ÎŞ’ê re beşdarî Merasîma Îmzekirina Protokola Çarçoveya Cemawerî bibe.”   Serokê Giştî yê TUKR-ÎŞ’ê Ergun Atalay, duh bi Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz re civiya, civîna wan 4 saet domand. Di vê civînê de hikûmetê teklîfa xwe ya pêncemîn ji bo karkerên saziyên cemawerî pêşkêş kir. Di teklîfa nû de zem li mûçeyan hate kirin.