Li Balikesîrê erdhejeke din çêbû 2025-08-11 08:44:36   BALIKESÎR - Li navçeya Sindirgiyê bi pileya 4.4’ê erdhejeke din çêbû.    Di danê sibehê saet di 04.55’ê de li navçeya Sindirgi yê Balikesîrê bi pileya 4.4’ê erdhejeke din çêbû. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku erdhej 10,39 km’an di bin erdê de çêbûye.    Li hêla din, duh di saetên şevê de li navçeya Sindirgiyê bi pileya 6,1’ê erdhejek çêbû. Gelek erdhejok li peyhev çêbûn û heta niha 16 avahî hilweşiyane. Di erdhejê de Nîhat Onbaş (81) jiyana xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.