HPG’ê şehadeta Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî ragihand 2025-08-11 10:23:00 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê ragihand ku endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî di êrişên hewayî yên salên 2019 û 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane.  Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa) û Nûreddîn Sofî di encama êrişên hewayî yên salên cuda de jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî nûçeya ANF’ê, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrê Koçero Ûrfa-Metîn arslan di 4'ê Mijdara 2019'an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sûîqestê kir, şehîd bû.   Ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, şopdarê Fermandar Egîd, pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevrê Nûreddîn Sofî ku ji bo dîtina hevalên xwe yên berê berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku 24 salên xwe lê derbas kiribû, di dema serdana li Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel de 6'ê Nîsana 2021'ê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.   'HEVRÊYÊN HERÎ DILSOZ ÊN RÊBER APO’     Di daxuyaniyê de HPG’ê Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî weke “Hevrêyên herî dilsoz ên Rêber Apo û şervanên leheng ên Fermandar Egîd” pênase kir, bi bîr anî û wiha hate gotin: “Hemû hevrêyên me yên ku sûd ji hevrê Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî wergirtin, di dilê xwe de cih da wan, ew nas kirin, ji dil bi wan re girêdayî bûn, gelê me yê welatparêz divê şehadeta van pêşengên doza me bi rengekî ku hêjayî wan be pêşwazî bikin. Divê bi ruh, wêrekî, coş, moralê 15'ê Tebaxê şehîd timî bêne bîranîn.”