Li Pira Dehderî avahî zêde dibin: Pêwîstî bi çareseriya aqilê hevpar heye 2025-08-11 10:42:33 AMED - Berdevkê Platforma Parastina Bajar û û Piştevaniyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz, diyar kir ku avahiyên li Pira Dehderî tên çêkirin êdî di asta xetereyeke mezin de ye û got: “Divê hemû sazî, bi aqilekî kolektîf pêşniyarên çareseriyê bikin.” Li ser Dehderî ya dîrokî û tûrîstîk ku li navçeya Sûrê ya Amedê li ser Çemê Dîcleyê ye, ji ber înşaeta li derdorê di xeteriyê de ye. Di heman demê de Pira Dehderî di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê rapora Konseya Sît û Şûnewarî ya Navneteweyî (ICOMOS) de cih digire.      Berdevkê demê yê Platforma Parastin û Piştgiriyê ya Bajêr a Amedê, Sekreterê Desteya Koordînasyonê ya Odeya Endezyar û Mîmaran a Amedê (TMMOB) Mahsûm Çiya Korkmaz têkildarî zerara înşaetê û çareseriyan axivî.   AVAKIRINA NEQANÛNΠ   Korkmaz diyar kir ku gelek ji van avahiyên neqanûnî bi efûya zagonî destûrnameyên cuda wergirtine. Korkmaz anî ziman ku ev der ji aliyê hiqûqî ve tên naskirin û wiha got: "Li ber çavan girtina rewşa heyî, wê ne nêzîkatiyeke rast be ku di vê mijarê de bi hêsanî şaredariyan berpirsyar nîşan bidin. Hemû saziyên ku li bajêr xwe berpirsyar dibînin, divê li ser vê bifikirin û cidî bigirin. Di serî de walîtî û DSÎ (Karên Avê ya Dewletê) divê li ser vê bisekinin. Divê DSî di vê mijarê de zextê li wan bike. Divê saziyên pêwendîdar hevkariyê bikin û yên weke odeyên pîşeyî yên mîna yên me, komeleyên têkildarî hiqûqê û tevahiya bajêr bi rengekî komî tevbigerin, bêyî ku zerarê bidin kesî û dilê kesî biêşînin, bi rêya muzakereyê vê pirsgirêkê çareser bikin." Korkmaz da zanîn ku di  demên dawî de li ser buhayê çayê nîqaş derketine û wiha got: “Li wir avahiyên ku tên çêkirin zirarê dide cihê dîrokî, ev der du lîsteya mîrateyên cîhanê de ye û talûkeya ku ji lîsteyê were derxistin heye.”   SERGO DIÇE KU DERÊ?   Korkmaz anî ziman ku nayê zanîn ku gelek cihên kar sergoya xwe diavêjin ku derê wiha got: "Gelo ew sergoyan diavêjin Çemê Dîcleyê? Diavêjin wê derê, an jî hewl didin çareseriyeke din bibînin? Ev hemû mijar hê jî pirsên bê bersiv an jî mijarên tên zanîn lê mudaxele li wan nayê kirin in. Lê rastî ev e ku hem di warê dîmen de û hem jî ji hêla statûyê ve ev qadên ku divê neyên avakirin in. Di dema qeyûm de ev înşaet hatin çêkirin. Di 10 salên dawî de piraniya avahiyên ku li dora Dîcleyê hatine çêkirin yên dema qeyûm de hatine çêkirin in. Li wê derê pirsgirêka rûbirûbûna bi gel re jî heye. Divê hemû sazî bi awayekî seferberî bi mafên xwe yên hiqûqî mudaxaleyê wir bikin."   ‘ÇARESERÎ BI AQILÊ KOLEKTÎF PÊKAN E’   Korkmaz da zanîn ku biryarên veguhastina kargehan an jî derxistina fermanên hilweşandinê divê bi aqilekî kolektîf pêk bê û wiha got: "Mînak, yek ji sedemên herî mezin ên ku UNESCO Çemê Dîcleyê û Bexçeyên Hevselê xist nava lîsteya sor, ji ber înşaetên li wê herêmê ye. Ya duyemîn, ew der ji bo îmarê vekirî be ev nayê wê wateyê ku li wir bi awayekî bêsînor avahî bên çêkirin. Mesele ne bi tenê bi behskirina mafên qanûnî bê çareserkirin. Di mijarê de pîvanên çandî, sosyolojîk, aborî û civakî hene. Bandorê li gelek aliyan dike. Rastiya herî mezin ew e ku Çemê Dîcleyê bi taybetî ji ber kanên qûmê û hemû kargehên li wê derê zerarê dide. Girîng e hemû saziyên pêwendîdar bi aqilê kolektîf tevbigerin û çareseriyê bi pêş bixin."   MA / Fethî Balaman