Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin 2025-08-17 09:04:19 ÇANAKKALE - Li navçeya Gelîboluyê ji ber şewata ku hêj didome 5 gund hatin valakirin.   Şewata ku duh saet 16.28’an de li gundên Tayfur û Cumalî yên navçeya Gelîboluya Çanakkaleyê di nava daristanê de derket ji ber bandora bayê li daristanên navçeya Eceabatê belav bû û şewat hêj didome. Ji ber şewata ku midaxeleya wê hêj didome, gundên Kumkoy, Yolagzi, Karaînbeylî, Buyuk Anafartalar û Kuçuk Anafartlar hatin valakirin.   Waliyê Çanakkslayê Omer Toraman li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê daxuyand ku ji ber şewata li Tayfurê li 5 gundan 251 welatî li cihên ewle hatine veguhestin û ji van welatiyan 112 jê li Mêvanxaneya Ciwanan a Eceabatê hatine bicihkirin. Toraman, di parvekirina xwe de ev tişt got: “Niha şewat li deverên ku hatine valakirin belav nebûye.”