Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin

  • rojane
  • 13:52 7 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana 1000 Jinan a Ji Bo Girtiyên Nexweş ên Jin bi nameya ku ji siyasetmedaran re şand destnîşan kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de, partiyên siyasî û tifaqên hatine avakirin helwesta xwe ji bo girtiyên nexweş diyar bikin û xwestin ku daxwaza azadiya ji girtiyên nexweş re têxin rojeva xwe. 
 
Hewldana 1000 Jinan a Ji Bo Girtiyên Nexweş ên Jin, di demeke ku ji hilbijartina 2023'yan a Serokkomariyê û ya giştî re demeke kurt maye de ji bo jinên girtî ên nexweş ji siyasetmedaran re nameyek şand. Jinan di nameya xwe de diyar kirin ku divê berdanaa girtiyan wekî beşek ji danezana hilbijartinê bê destgirtin û ji bo reforma darazê xebat bên kirin. Herwiha jinan xwest ku hemû siyasetmedar li mafê jiyanê yê girtiyan xwedî derkevin û ji bo vê tişta ku wê bikin bi raya giştî re parve bikin.
 
Nameya jinan bi giştî wiha ye:Bizler hasta kadın mahpusların sağlık ve yaşam hakkı için mücadele eden bir grup kadınız.
 
"Em komek jinên ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên jin têdikoşin in. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî hene ku gelek ji wan nexweşên giran in. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), heta Nîsana 2022’yan hatibû diyarkirin ku hezar û 517 girtiyên nexweş hene, 651 ji wan jî nexweşên giran bûn. Tenê di sala 2021’ê de 7 jê piştî ku înfaza wan hat taloqkirin herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine.
 
EM NIKARIN RÊ BIDIN KU GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ BÊN KIRIN
 
Me di destpêka sala 2022’an de, di demekê de ku rewşa tenduristiyê ya yek ji girtiyên siyasî yên nexweş Aysel Tûglûk her ku diçû xirab dibû, kampanyaya '1000 jinan a ji bo Aysel Tûglûkê' da destpêkirin. Di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo parastina mafê jiyanê yê bi sedan girtiyên nexweş ên ku gelek ji wan nexweşiyên wan giran in, ji bo li malên xwe û di nava hezkiriyên xwe de bijîn û bên dermankirin hatin gelhev. Aysel Tûglûk bi saya ked û hewldana jinên li Tirkiyeyê têdikoşin û ji çar aliyên cîhanê piştgirî ji vê têkoşînê re hat dayîn êdî niha ne di girtîgehê de ye. Lê gotina ku me got dema me dest bi vê kampanyayê kir hê jî derbasdar e; Em nikarin rê bidin ku girtiyên nexweş li ber çavan terkî mirinê bên kirin.  
 
Mafê herkesî ya jiyana bi tendurist heye û parastina vê mafê jî ji bo me girîng e. Heke li girtîgehan mafê jiyanê nayê parastin, tê tehdîtkirin, demokrasî û mafê mirovan tê binpêkirin, mirov nikare li derve jiyaneke azad û demokratîk bijî. 
 
EM DIXWAZIN DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ LI HER DERÊ BÊ BIHÎSTIN
 
Di erdheja 6’ê sibata 2023’yan de em bi rastiya desthilatdariya AKP’ê ya 20 salan re rûbirû man. Jiyana welatiyên xwe berçav negirtiye û ji bo jiyana bi tendurist û ewle ya welatiyên xwe tu tedbîr negirtiye. Erdhejê di warê civakî û siyasî de wêraniyê derxist holê. Di encamê de girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê kirin. Em dengê wan dibihîzin û em dixwazin ev deng li her derê bê bihîstin. Piştî Aysel Tûglûk em ji bo girtiyên jin ên nexweş ên li girtîgehan jî têkoşîna xwe didomînin. Îro em dizanin ku gelek ji wan girtiyan tenê ji ber kirin û gotinên xwe yên di çarçoveya azadiya fikir û raman, azadiya civîn û xwepêşandanê de di girtîgehê de ne, rehînên siyasî yên hikûmeta AKP-MHP'ê ne. Girtiyên siyasî yên nexweş piştî azadbûnê rastî gefan tên û mûxalefeta civakî jî bi vî rengî hewl dide ku bikişîne nava tirsê.
 
BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST BÊN BERDAN
 
Dewlet mecbûr e ku mafê jiyaneke bi tendurist ji bo hemû girtiyên nexweş biparêze. Di vî warî de ji ber sedemên bîrdozî du standard nayên dîtin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan û mafê wan hebe ku di bin çavdêriya xizmên xwe de, di nava şert û mercên saxlem de û bêyî ku zirarê bidin rûmeta mirovan, bên dermankirin. Bi baweriya ku ev daxwaz parçeyek ji hêviya siberoja demokratîk e, em biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo girtiyên jin ên nexweş radigihînin.
 
DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DI ROJEVA TIFAQAN DE BE
 
Di demek nêzîk de li pêşiya me hilbijartinek heye. Di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê de, divê girtiyên nexweş di rojeva takekesî û partiyên siyasî û tifaqan de bin. Ev pêdiviya demokrasiyê ye. Parastina mafê jiyanê ku divê di nav sozên herî pêşîn ên qada siyasî de be. Heya ku jiyana li girtîgehan bi hêsanî dest jê bê berdan, ne mimkûn e ku jiyana me li derve bi nirx û ewle be.
 
DIVÊ BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ BIBE BEŞEK JI MANÎFESTOYA
 
Bi vê mebestê em teqez dikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji beyannameyên hilbijartinê û xebatên reforma darazê. Ji ber ku em dizanin ku piraniya van kesan ji ber nêrînên xwe yên siyasî li girtîgehan nexweş ketin, rastî îşkence, zext û tecrîdê tên û bi awayekî sîstematîk ji xizmetên tenduristiyê bêpar in, em dixwazin teqez bikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji manîfestoya hilbijartinê û hewldanên reforma dadwerî. Di rojevê de anîna daxwaza azadiyê ya ji bo girtiyên nexweş jî wê hewldanek pir bi nirx be. Planan bi raya giştî re parve bikin.
 
Em ji we hêvî dikin ku hûn mafê jiyanê yê girtiyên nexweş biparêzin û we vedixwînin ku hemû tedbîrên xwe bigirin an jî tevkariyê li pêkanîna hemû tiştên ku di vî warî de bên kirin û planên xwe yên di vî warî de ji raya giştî re aşkere bikin."
 
 

Sernavên din

11/04/2023
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
21:37 Meral Ûçar hat dîtin
19:06 Mirovên Şemiyê hatin berdan
19:00 KNK: Nabe tu hêzek êrişa li dijî Silêmaniyê rewa nîşan bide
18:51 Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin
18:41 Li Mêrdîn û Stenbolê xebatên hilbijartinê
17:03 OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin
16:59 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin