Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin

  • rojane
  • 09:01 26 Hezîran 2023
  • |
img
MELETÎ - Li gelek navçeyên Meletiyê lêgerîna madenan bi destûra raporên ÇED'ê berdewam dike û bandoreke mezin li xwezaya bajêr dike. Berdevka MALÇEP'ê Parêzer Gul Erdogan derbarê talankirina xwezayê de destnîşan kir ku Meletî bi raporên ÇED'ê ji aliye şîrketên madenan ve hatiye dorpêçkirin û xwezaya bajêr tê talankirin.
 
Meletî ku yek ji bajarên di erdhejên navenda wan Mereş bû de bandor girt, li aliyekî bi rijandina kavilan li aliye din jî bi HES, RES, JES, komir û madenên wekî, sifir, krom, nîkel, hesin, toryûm, çinko, risas, platîn, tîtan, manganez, pîrît, boksît, barît, kalay ve tê talankirin. Li Meletiyê bi ser hezar û 200'an serlêdanên raporên ÇED'ê li Miduriyeta Bajêr a Hawirdor û Avhewayê hene. Hemû rapor bi awayekî erenî hatin bersivandin û bi taybetî li navçeyên Hekîmxan, Erxevan, Erebgir, Kuluncak, Çirmik, Wêranşar, Argan û hemû navçeyên Meletiyê lêgerîna madenên metalîk tê kirin. Xwezaya Meletiyê ku ji aliye çandinî û cûreyên giyayan ve dewlemend e bi van projeyan ji bo xwezayê dibe xetereyeke mezin û li gor pisporan jî 890 cûreyên giyayan li Meletiyê di bin xetereyê de ne. 
 
Li Meletiyê ku beriya erdhejê bi ser hezaran serlêdanên ÇED'ê hebûn, piştî erdhejê jî serlêdanên raporên ÇED'ê hêj zêde bûne û tevî kareseta erdhejê ya mezin jî projeyên ÇED'ê li Meletiyê ranewestiyane. Li gor qanûnên projeyên ÇED'ê divê li cihekî çandinî tê kirin, destûra lêgerîna madenê an jî projeyên şîrketan neyê dayîn, her wiha cihên ku daristanin jî divê li gor qanûnên daristaniyê destûra raporên ÇED'ê bê dayin lê tevî van qanûnan jî destûra şîrketên madenê hatiye dayin û ji cihên çandiniyê û daristaniyê şîrketên madenê xebata lêgerînê dikin, bi van xebatan xwezaya herême jî talan dikin û çandinî û sewalkariyê li herême diqedînin. 
 
Meletî ku bi raporên ÇED'ê hatiye dorpêç kirin li aliye din piştî erdhejê rijandina kavilan destpêkiribû û li gundê Memurek ê navçeya Batalgazî û navçeyên Wêranşar û Çirmikê kavil tên rijandin. Ji ber ku kavil asbestê belav dike li herêma ku tê rijandin rê li ber nexweşiyên weke pênçeşêr û bêhnê vedike. Tevî ku li gor qanûnan divê kavil li qadên jiyanê neyên rijandin jî kavilên Meletiyê an di nava gundan de an jî nêzî gundan tên rijandin û ev jî hem ji bo welatiyên herême hem jî ji bo xwezayê xetereyên mezin derdixe holê. 
 
Berdevka Platforma Xwezayê ya Meletiyê (MALÇEP) parêzer Gul Erdogan derbarê raporên ÇED'ê û rijandina kavilan a li bajêr ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û talankirina xwezaya Meletiyê nirxand.  
 
'HEMÛ SERLÊDANÊN ÇED'Ê TÊN QEBÛLKIRIN'
 
Gul Erdogan diyar kir ku piştî erdhejê jî serlêdanên raporên ÇED'ê berdewam kirin û wiha got: "Beriya erdhejê jî em li dijî talankirina xwezayê têdikoşiyan. Beriya erdhejê jî xwezaya Meletiyê bi şîrketên madenê hatibû dorpêçkirin. Beriya erdhejê û heta niha bi ser hezar û 200'an serlêdanên raporên ÇED'ê li Meletiyê hene û yek ji serlêdanên ÇED'ê jî bi neyînî nehatine bersivandin. Cihên ku çandinî lê tên kirin û qada jiyana welatiyên herêmê ye lêgerîna madenê tê kirin û xweza û erdên wan tên destêserkirin. Heta niha jî tu serlêdanên ÇED'ê nehatin red kirin."
 
LI MELETIYE LI ALIYEKÎ ÇED LI ALIYÊ DIN KAVIL!
 
Bi domdarî Erdogan bal kişand ser rijandina kavilên li qada jiyana mirovan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî erdhejê jî kavil li qada jiyanê ya mirovan tên rijandin. Yek jî ji wan cihan gundê Memurek yê navçeya Batalgaziyê ye. Kavil hem ji aliye tenduristiye ve hem jî ji aliye xwezaye ve xetereyeke mezin e. Li dijî vê yekê ji bo rijandina kavilan bê sekinandin şeniyên gund nobeda edaletê dan destpêkirin û me jî giliyên wan kir. Niha li Memurekê enkazên molozan hene, lê rijandin hatiye sekinandin. Lê niha jî kavîl li taxa Yaka ya navçeya Çirmikê tên rijandin. Têkoşîna me ya li dijî rijandina kavîlan a Memurekê encam girt lê divê tenê bi Memurekê ve sînorkirî nemîne û tu qadên jiyanê kavil neyên rijandin. Her wiha li Meletiyê yek ji navçeya ku ji erdhejê herî zêde bandor bû Wêranşar bû. Li Wêranşarê jî kavil nêzî gundan tên rijandin. Yanî têkoşîna ku me li dijî şîrketên madenê dida niha jî ji bo rijandina kavilan didin."
 
'LI GORÎ PÎVANÊN QANÛNÊ DESTÛRA ÇED'Ê NAYÊ DAYIN'
 
Erdogan destnîşan kir ku destûr dayina projeyên ÇED'ê ya li herêma çandiniye li dijî qanûnan e û wiha pê dê çû: "Piştî erdhejê serlêdanên ÇED'ê jî zêde bûne lê hejmara wan ne di destê me de ye. Têkildarî projeyên ÇED'ê yên lêgerîna madenan, santralên hîdroelektrîk, santral û hwd. serlêdanên Miduriyeta Bajêr a Guherandina Avhewa û Hawirdorê zêde bûne. Xuyayê erdhejê bandor li serlêdanên ÇED'ê nekiriye. Lê divê li dijî vê yekê welatiyên herêmê giliyê serlêdanan bikin. ÇED tê wateya nirxandina hewirdoriya xwezayê û li gor qanûnên xwezayê destûr tê dayin. Saziyên giredayî walitiyê jî divê li gor van pîvanan tevbigerin. Yanî heke cihê projeyê mêrg be divê li gor qanûnên mergê tevbigerin, daristan be li gor qanûnên daristanê tevbigerin. Lê bi destûr dayina projeyên ÇED'ê jî xuyaye ku heta niha li gor van pîvanan biryar nehatiye dayîn. Li dijî vê yekê bi doz û gilî kirine mirov dikare bisekine."
 
'JI GUNDIYAN RE TUNE YE LÊ JI ŞÎRKETAN RE HEYE!'
 
Erdogan anî ziman ku rijandina kavilan û projeyên ÇED'ê bandoreke mezin xwezaya Meletiyê dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo rantê xwezaya Meletiyê tê talankirin. Talankirina xwezayê bandoreke mezin li ser bajêr dike. Weke tê zanîn li Meletiyê çandina mişmişan tê kirin, lê projeyên HES û madenan di nav van zeviyên mişmişan de tên çekirin. Her wiha cihên ku ajal lê diçerin tên çêkirin ev jî bandorê li ser debara welatiyên herême dike. Rênçber serdana Emlaqa Mîllî dikin dibêjin zeviyên ku vala ne bidin me em biçînin, lê saziyên berpirsyar destûr nadin gundî û rênçberan. Ji şîrketên madenan û HES'an re destûr heye ji gundiyan re nîne."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin