Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin

  • rojane
  • 09:08 29 Hezîran 2023
  • |
img

ENQERE - Zanyara Siyasetê ya Misrî Bijîşk Fernaz Attîa bal kişand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û wiha got: “Divê ramanên Ocalan tenê weke felsefeyê nemînin. Ji bo belavî tevahiya cîhanê bê kirin, divê bikevin nav hewldanan.”

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku kete meha 27’emîn bi rewşa agahî negirtinê didome. Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Hevdîtina Rêberê PKK’ê û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi malbat û parêzerên wan re tê astengkirin. Hemû serlêdanên ku malbat û parêzer dikin bi awayekî sîstematîk bi hinceta “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de pê re axivî û 27 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. 
 
Zanyara Siyasetê ya ji Misrê Doktor Fernaz Attîa ku ji paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan bandor bûye, tecrîda li Îmraliyê nirxand. Attia, anî ziman ku Rêberê PKK’ê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ji civakê tê îzolekirin û bi lêv kir ku ev rewş ji bo tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan dibe sedemên fikarên cidî. 
 
HEWLDANA ASTENGKIRINA FIKRAN
 
Attîa destnîşan kir ku her ku diçe fikrên Abdullah Ocalan baştir tên fêmkirin û wiha got: “Projeya Konfederalîmza Demokratîk ne tenê ji bo Rojhilata Navîn di heman demê de ji bo hemû netewdewletan derbasdar e. Her ku hemû dewletên emperyal bi fikra Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk hesiyan, bi awayekî hevpar hel dan fikrên wî hefs bikin û di bin tecrîdê de girtin. Bi tecrîdkirina Ocalan, hewl didin fikrên wî îdeala ku gelek etnîsîte yên bi hev re dijîn bigihe hemû gelan asteng bikin. Lê bila dewletên emperyal vê ji bîr nekin, hemû parazvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên navnetewî, li rex birêz Ocalan û girtiyên siyasî ne.”
 
ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN
 
Attîa, anî ziman ku Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo jinan piştgiriya projeya Konfederalîzma Demokratîk kir û wiha pê de çû: “Fikra wî azadiya jinê ya li her qadê diparêze. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan mifte da me.”
 
‘DIVÊ AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ PÊK BÊ’ 
 
Attîa, destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û fîkriyata wî belav bibe divê herkes berpirsyartiyê li xwe bigire û dirêjî da axaftina xwe: “Divê fikrên Ocalan tenê weke felsefe nemînin. Ji bo belavî hemû cîhanê bibin divê bikevin nava hewldanan. Ji ber fikrên Ocalan bi taybetî li Rojhilata Navîn û welatên ereban ji hemû pirsgirêkan re dibin çareserî, divê her kes di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û ji bo fikrên Ocalan têxin meriyetê berpirsyariyê wergire.”
 
‘PEYWÎRA ME EW E KU EM PROJEYA WÎ VEBÊJIN’ 
 
Attîa, diyar kir ku li Misra lê dijî beşên dixwînin, lêkolîn dikin û li ser mijarên polîtîk ên cuda disekinin Abdullah Oclan û projeyên wî ji nêz ve dişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha beşên bi pergala cîhanê û rojevên polîtîk ve eleqedar nebin jî hene. Ev beş hem li welatê me hem jî li welatên din hene. Peywîra me jî ew e ku vê fîkriyata Ocalan û projeya wan vebêjin û pêk bînin. Di heman demê de azadiya Ocalan biparêzin û di vî alî de bikevin nava hewldanan.”
 
MA / Stêrk Sutçu
 

Sernavên din

05/07/2023
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin