Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn

  • jin
  • 11:32 19 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, dê starta kampanyaya xwe ya di serî de tecrîd, şer, komkujiya jinan, talana xwezayê di gelek serenavan de 6 mehan bimeşîne, li Şirnex û Stenbolê bide. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona kampanyayê ku wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” heta 8’ê Adara 2024’an berdewam bike, di 15’ê îlonê de li Rihayê bi tevlibûneke berfireh ji rayagiştî re aşkere kir. 
 
Di çarçoveya kampanyayê de hat gotin ku ew ê di gelek mijarên weke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê, şer, talankirina xwezayê, binpêkirinên li girtîgehan û komkujiyên li dijî jinan de têkoşînê bi rêxistin bikin û her wiha bal kişandin ser rêxistinbûyîna çalakiyan.
 
STARTA EWIL LI SILOPIYA YE
 
Starta kampanyayê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê dê li du navendan bê destpêkirin. Dê di 20’ê îlonê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê starta kampanyaya 6 mehan bê dayîn. Bi dayîna starta kampanyayê ya lingê Kurdistanê re wê her bajêr bernameya xwe ya amade bike û dest bi kar bike. 
 
Starta duyemîn a kampanyayê ku lingê Tirkiyeyê ye dê li Stenbole bê dayîn. Kampanya dê di 23’yê îlonê de bi tevlibûneke girseyî bê lidarxistin. Di aktivîteya ku jin dê bi cil û bergên xwe yên netewî tê de cih bigirin de ji bilî axaftinan, pêşandana sînevîzyonê ku dîroka têkoşînê ya jinan weke mijar digire dest û stran dê bên guhdarkirin. 
 
Piştî destpêkirina startên her du navendan, jin dê di çarçoveya kampanyaya 6 mehan de bi hin rêze çalakî û aktîvîteyan heta 8’ê Adara 2024’an li qadan bin. 
 
ROJEVA BINGEHÎN TECRÎD E
 
Hevseroka Partiya Çepên Kesk Elfesya Nas, qala girîngiya kampanyayê kir û wiha got: “Weke tê zanîn bi salan e li herêma Botanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di encama van polîtîkayan gelek jin hatin qetilkirin. Dosyayên faîlên ku jin qetilkirin an bi bêcezatiyê encam girtin an jî cezayên weke xelatan hatin dayîn. Li dijî van polîtîkayan kampanya hate destpêkirin. Li Silopiyayê piştî starta bê dayîn, dê mal bi mal, tax bi tax û gund bi gund serdan bên kirin. Ji bilî vê dê civînên jinan jî bên kirin.”
 
Nas, a bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku tecrîd bandorê li hemû civakê dike û wiha berdewam kir: “Tecrîd bi taybetî bandorê li jinan dike. Abdullah Ocalan e ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ aniye ziman. Ji ber di ferqa vê de ye tecrîd tê girankirin. Bi qûtbûna têkiliya Ocalan re şer hate kûrkirin, tevî vê yekê krîza aborî, qirkirina xwezayê, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanan zêde bûn. Heke têkiliyek bi Abdullah Ocalan re hebûya rewşa welat da baştir bûya. Li dijî vê em ê li her malê di serî de tecrîdê û bi vê yekê re polîtîkayên şerê taybet em ê vebêjin. Armanca bingehîn a kampanyayê ew e ku ji nû ve têkilî bi Abdullah Ocalan re bê dayîn û pêkanîna azadiya Ocalan e.”
 
LI KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ JIN DERDIKEVIN QADÊ 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zîlan Yaman jî ji bo tevlibûna kampanyayê li hemû noxteyan xebateke zêde heye û wiha got: “Yek ji lingekî girîng ê kampanyayê jî şikandina tecrîdê ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin jî em dizanin ku civak azad nabe. 30 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Careke din derkete holê ku di vê pevajoyê de herî zêde jin rastî polîtîkayên dewletê hatin. Li dijî van hemû pirsgirêkan dê hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê rojev bibe tecrîd, tundiya li ser jinan û şerê taybet. Di çarçoveya van serenavan de jin derdikevin qadê.”
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/09/2023
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin