Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin

  • rojane
  • 09:14 21 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Yek ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" hunermend Cevdet Bagca bi lêv kir ku Rojhilata Navîn ber bi tarîtiyeke mezin ve diçe û got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd ku dê vê hevsengiyê biguherîne, divê hemû derdorê bi berpirsiyarî tevbigerin. 
 
Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û rojnamevan di nav de 78 kesan di 28'ê Cotmehê de hatin cem hev û deklerasyona "Banga Aştiyê" ragihandin. Di deklarasyonê de banga ji bo rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin. Yek ji îmzevanên deklarasyonê Cevdet Bagca, têkildarî girîngiya deklerasyonê axivî. 
 
BARÊ LI SER MILÊ REWŞENBÎRAN
 
Bagca, bi lêv kir ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di serdemeke alozî re derbas dibe û anî ziman ku di pêvajoyeke bi vî rengî de helwesta rewşenbîran girîng e. Bagca, destnîşan kir ku deklarasyona wan jî têkildarî vê pêvajoyê ye û wiha got: "Li vê erdnîgariya li dijî rewşa nebaş pêdivî bi înîsyatîfeke rewşenbîrna hebû. Ev înîsyatîf kir ku em vê deklarasyonê ragihînin." Bagca, diyar kir ku ji ber zexta desthilatê û awayê serdemê rewşenbîr nikarin helwesteke zêde nîşan bidin û wiha domand: "Ne tenê rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl, sendîka û komele jî bi zorê xebatên xwe dikin. Barê rewşenbîran hinekî zêdeyî wan e, lê diviyabû vê yekê biqîrin û bînin ziman. Bi ya min ev deklarasyon hinekî jî ji ber pêdiviya diviyabû ev bar bê ragihandin, çêbû." 
 
‘PIRSGIRÊK GIRÊDAYÎ MESELEYA KURD IN'
 
Bagca destnîşan kir ku pirsgirêkên li welat rû didin rasterast girêdayî neçareserkirina meseleya kurd in û wiha lê zêde kir: "Ez yek ji wan mirovan im ku wiha bawer dikim ku meseleya kurd hem meseleya Tirkiyeyê hem meseleya Rojhilata Navînê hem jî meseleya cîhanê ye. Her ku ev mesele bê nixumandin dê wiha be. Meseleya kurd, ji roja komar hatiye avakirin heya niha heye lê dem bi dem wekî tune be hatiye nîşandan. Lê a rast ji dema avakirina komarê û tew ji dema dawî ya Osmaniyan ve meseleya sereke ya vî welatî ye." 
 
'DIVÊ HER KES BI BERPIRSIYARÎ TEVBIGERE'
 
Bagca, bal kişand ku ger meseleya kurd bê çareserkirin dê hemû hevsengiyên li Rojhilata Navînê jî çareser bibin û wiha pê de çû: "Nedîtin û înkarkirin rêbazeke tarî ye. Meseleya kurd û aştiyê, tenê dikare di atmosfereke adil û demokratîk de bê nîqaşkirin û pênasekirin. Yanî kesên doza aştiyê dikin qasî di şert û mercên demokratîk û azad de nîqaş bikin, dê encam jî qasî baş bin." 
 
Bagca, diyar kir ku erdnîgariya Rojhilata Navînê ber bi tarîtiyekê ve diçe û got: "Ev mesele bi şewqet û feraseta serdestan çareser nabe. Divê hemû kirdeyên vê meseleyê, hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin ji bo aştî û jiyana bihevre xwe bidin ber barî û berprisiyariyê hilgirin."
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Bagca, destnîşan kir ku desthilat hewl dide ku meseleya kurd bi polîtîkayên neçareserkirinê bidomîne û got ku hewldana tepisandina ji bo aktorên çareseriyê heye. Bagca anî ziman ku tecrîda li girtîgehan nîşaneya herî mezin a vê yekê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê bi tu awayî mafên bingehîn ên mirovan bi awayekî bêhiqûqî neyên xespkirin. Helbet rakirina tecrîdê jî bi tena serê xwe ne bes e. Kî karibe wateyeke herî baş li vê pêvajoyê bar bike, divê astengiyên li ber wan bên rakirin." 
 
Bagca, destnîşan kir ku deklarasyona wan di vî warî de watedar e û xwest hemû kesên dixwazin meseleya kurd û meseleyên din bên çareserkirin divê piştgiriyê bidin vê deklarasyonê. 
 
Bagca, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê çapemenî û qadên sivîl ên din jî di vî warî de hesas tevbigerin. Ji lew re ev deklarasyon ajîteyê nake. Ev deklarasyon ji bo welat bêtir ber bi xerabiyê ve neçe qîrînek e." 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

10/01/2024
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin