Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike

  • rojane
  • 15:06 26 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan diyar kir ku li her derê gel daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike û wiha got: “Heke gel serî rake dikare her kesî azad bike.” 
 
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) bi dirûşma “Bi nirxên xwe yên cewherî ber bi azadiyê ve”, li Eywana Dawetan a li Kagithaneyê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Malbatên xizmên xwe windakirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” û “Em ê birêxistinkirina malbatan tecrîdê bişkînin û meşa xwe ya azadiyê bilind bikin” hatibûn daliqandin û beşdaran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. 
 
‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’
 
Hevseroka ANYAKAYDER’ê Evîn Genç di kongreyê de axivî. Genç, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku ew bi tu awayî tecrîdê qebûl nakin. Genç, wiha dom kir: “Tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina me tevan. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê em tevek tişta ji dest tê bikin.” 
 
‘DIJMINATIYEKE KÛR E’
 
Hevserokê ANYAKAYDER’ê Ayhan Yildiz jî got ku ew li dijî zîhniyeteke ku rêzê ji goristanan re nagire têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Li dijî me dijminatiyeke ewqas mezin tê kirin ku li dijî hevalên me çekên kîmyewî tên bikaranîn û wan qetil dikin. Em tevek jî şahidên tecrîda li ser birêz Ocalan in. Em vê qebûl nakin. Em di nava şertên wiha zehmet de dixebitin. Lê paşdegavê naavêjin. Me hewl da pirsgirêkên malbatên xwe çareser bikin û çûn serdana wan.” 
 
‘BERXWEDANEKE GELPARÊZ E’ 
 
Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan jî di kongreyê de destnîşan kir ku qedera kurdan ne tenê li çiya, zindan û sirgûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî bes e, dem dema serkeftinê ye. Ev sedsal dê bibe sedsala gelan û gelê kurd pêşengtiyê dike. Erê rast e pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye. Dixwazin me asteng bikin, ji hev parçe bikin û bibêjin ‘kurdên baş, kurdên nebaş hene.’ Lê belê armanca wan ew e ku kurd nebin xwedî tu tiştek. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî ev feraset heye. Lewma divê em xwedî li berxwedana gelê xwe ya heta roja me berdewamkirî derkevin. Ji bo vê jî hilbijartinên şaredariyan dê bibe nîşaneyeke girîng. Dê nekarin me ji hev parçe bikin ji ber ku ev berxwedan ne berxwedaneke şexsî, berxwedaneke gelparêz e.” 
 
‘EM Ê BI PÊŞENGTIYA KURDAN VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN’ 
 
Dogan, got ku hewldana ji bo guherandina navê partiya wan heye û wiha pê de çû: “Dibêjin HEDEP, HADEP e. Rast e, HEDEP; HEP e, DEP e, HADEP e, DEHAP e, DTP ye. Ew mîras ne mîraseke nû ye. Em ê bi ser kevin û bi pêşengtiya kurdan vê pergalê biguherînin. Lewma divê em xwe amade bikin, xwedî li xwe derkevin, gel qaneh bikin. Divê ji ewil em li Stenbolê dengê xwe zêde bikin.”
 
AZADIYA OCALAN
 
Di berdewamê de Dogan bal kişand ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “We got; ‘Bê Serok jiyan nabe.’ Madem bêyî birêz Ocalan nabe, ma êdî ne bes e. Her wiha êdî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî bes nakin. Her devera em diçinê gel dibêje; ‘Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe.’ Nifte di destê me de ye. Bi tecrûbeya xwe em hîn bûne. Heke gel serî rake dikare her tiştî bike. Heke gel bixwaze dikare her kesî azad bike. Tenê daxwazeke me heye. Em dixwazin Destûra Bingehîn a nû li ser esasên demokrasî, aştî û wekheviyê be. Em dixwazin nasname, ziman û hebûna xwe tê de bibînin. Em tenê dikarin destûreke bingehîn a bi vî rengî qebûl bikin. Divê vê jî bizanin ku heke bi kurdan re tifaqê çênekin dê nekarin bi ser kevin.” 
 
Piştî xwendina raporên fealetiyê yên ANYAKAYDER’ê, rêveberiya nû hate diyarkirin. Emîne Aslan û Ayhan Yildiz weke Hevserokên ANYAKAYDER’ê û Mehmet Arinç, Turkan Acar, Îkram Guler, Şukran Dîler, Huseyîn Arvas û Zubeyde Gulsul jî weke rêveberiya komeleyê hatin diyarkirin. 
 
Kongre, bi stranên Koma Hevrayê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/01/2024
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe